NAVENDA NÛÇEYAN – Însiyatîfa Zarokên Agir daxuyanî dan û diyar kirin ku ewê Kurdistanê ji dijmin û dagirkeran re bikin dojeh dewam kir û got; “Ji bo azadî û rizgariya Kurdistanê, emê germahiya şer ber bi metrepolan ve bibin. Dem dema hesab pirsîna ji dagirkerî û hilweşîna faşîzmê ye.”
Derbarê şewatên ku hatine kirin Însiyatîfê ev daxuyanî da;
- 20.06.2022 Li navçeya Arnavutkoyê ya Stenbolê 10 wesayit û 1 kamyonek dijminê Kurdan hate şewtandin.
- 19.06.2022 Li Bursayê avahiya dîrokî ya 100 salî li dijî wêrankirina Hesenkêfê hat şewitandin.
- 12.06.2022 Li navçeya Osmaniye Dûziçî wesayîta bi plaqeya 76 DD 591 a kesekî ku ji AKP’ê ye hate şewtandin.
- 10.06.2022 10.06.2022 Li navçeya Sultanbeylî ya Stenbolê wesayiteke kesekî MHP’ê hat şewitandin.
- 21.06.2022 Li Stenbolê lastîkên 20 wesayîtan hat birîn.