DUSSELDORF – Meş û mîtînga bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) û Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi dirûşma “Li dijî êrîşa dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyewî Kurdistanê biparêze“ ya li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê hatin lidarxistin li Rheinpark a Dusseldorfê bi dawî bûn.
Meş bi tevlêbûna 50 hezar kesan seet di 12.00’an de li qada Gragos-Adolf-Platz a Dusseldorfê dest pê bû. Malbatên şehîdên di rêza pêşîn a korteja meşê de bûn. Kurdistaniyê ji bo protestokirina êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker cilên parastinê li xwe kiribûn jî di rêza duduyan a kortejê de bûn. Hunermendên Kurd jî bi stranên xwe tev li kortejê bûn. Gava meşê, bê sekin dirûşm hatin berzkirin û stran hatin gotin.
Di meşê de alên KCK, PKK, YPG’ê û wêneyê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û pankartên “NATO-Mitglied Türkei setzt chemische waffen in Kurdistan ein”, “Solidarität mit der kurdischen Freiheitsbewegung”, “Defend Kurdistan”, “Erdogans Giftgasangriffe stoppen”, “Defend Kurdistan gegen türkische Besetzung und Einsatz von chemische Waffen”, “Wer zu Kurdistan schweigt, soll nicht über die Ukraine sprechen!”nivîsandî hatin hilgirtin.
Meş li qada Rheinparkê bû mîtîng. Ji çar parên Kurdistanê derên cuda yên cîhanê nûnerên partiyên siyasî, mafê mirovan, ekolojîst û tevgerên jinan di mîtîngê de axivîn.
Pêşkêşvana axaftina destpêkê ya mîtîngê kir û got: “We qet dîtiye yekî/ê wêneyê Barzanî hilgirtiye? Lê binihêrin tevî hemû zorî û zehmetî û qedexehiyan, gelê Kurd mekaba gerîla û wêneyê Rêber Apo bi serbilindî hildigire.“
Mîtîng bi sirûda neteweyî ya Kurdan “Ey Reqîb“ ê dest pê bû. Dema sirûd hat gotin, ciwanan ala KCK’ê hilgirt û wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekir.
Ewilî Hevserokên KON-MED’ê Zubeyde Zumrut û Engîn Sever axivîn. Zumrut anî ziman ku li her cihê gelê Kurd li ber xwe dide û got: “Zap li ber xwe dide, Rêber Apo li ber xwe dide, em ji Dusseldorfê berxwedanê silav dikin.“
‘GELÊ KURD HEVKARIYÊ QEBÛL NAKE‘
Engîn Sever jî diyar kir ku bersiva herî mezin îro gel li Dusseldorfê da dewleta Tirk a dagirker. Sever da zanîn ku Elmanyayê çekên kîmyewî dide dewleta Tirk û got: “Gelê Kurd hevkariya we qebûl nake. Îradeya gelê Kurd Rêber Apo ye, Zap e, gerîla ye.“
Piştre nivîskar û Dr. Michael Wilk jî axivî û got: “Di êrîşên dewleta Tirk de bi sedan zarok û sivîl hatine qetilkirin. Bi gefên nû yên dagirkeriyê dixwaze herêmên dagirkirî berfireh bike. Ev terora rejîma Erdogan e.”
‘EM Ê BI HEVRÊYÊN XWE YÊN KURD RE BIN‘
Nûnerê Yekîtiya Îngilistanê Simon Dubbins ku di nav beşdarên meşê de cih girt, axivî û got: “Em ê li Îngilistanê mil bi mil têkoşînê bikin. Em di salên 90’î de bi rêhevalên xwe yên li Afrîkaya Başûr re mil bi mil li ber xwe dan. Em ê jî bi hevrêyên xwe yên Kurd re bin. Ji Abdullah Ocalan re azadî.”
‘PIŞTEVANIYA ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK NEKIN‘
Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç jî axivî û wiha got: “Gelê Kurd îro bi hezaran silav ji gerîla re şand. Gelê Kurd îro gotina xwe ji OPCW û NATO’yê re kir. Gelê Kurd bang li Barzanî kir û got, ‘dawî li xiyanetê bîne‘. Êdî piştevaniya êrîşên dewleta Tirk nekin.“
Berdevka YJK-E Ayten Kaplan jî diyar kir ku ew jî weke gelê Kurd bi hev re jiyaneke wekhev dixwazin û got: “Em dizanin ku ev çek kê dane. Hûn nikarin gelê Kurd bi qirkirinê biqedînin. Nasnameya me li Elmanyayê qedexe ye. Çalakiyên me qedexe ne. Êdî bes e! Em dixwazin di hawîrdoreke demokratîk de bijîn. Em azadî, demokrasî dixwazin; ji ber vê yekê em li vir in. Piştgiriya polîtîkaya êrîşkar a Tirkiyeyê nekin.”
‘ARMANC HEMÛ DESKEFTIYÊN KURDAN IN‘
Li ser navê Partiya Îslamî ya Kurdistanî û partiyên Bakur Hîkmet Serbilind axivî. Serbilind gerîlayên HPG’ê silav kirin û got: “Em dixwazin li dijî dewleta dagirker helwesteke neteweyî ya nîşan bidin. Dewleta Tirk li ser tunekirina Kurdan ava ye. Hebûna Kurdan ji xwe re wek gef dibîne. Kurd bibin yek, yekîtiya neteweyî xurt bibe, tu hêz li Rojhilatê Navîn bi Kurdan nikare. Hedefa dewleta Tirk ne bi tenê Kurd in. Hemû destkeftiyên Kurdan in. Eger gerîla bi bin bikeve wê mala Kurdan xera bibe.“
‘EM MAFÊ XWE DIXWAZIN’
Serokê KNK’ê yê berê Tahir Kemalzade jî axivî û wiha got: “Kurdistan welatê Kurdan e. Ne yê Ereban ne yê Eceman ne jî yê Tirkan e. Em welatê xwe yê ku mafê me ye dixwazin. Gerîla silav dikim, gelê Kurd ê qehreman pîroz dikim. Em bi hezaran Zîlan li qadan in! Kurd azad nebin tu kes azad nabe. PKK azad nebe Başûr azad nabe. Bijî Serok Apo.“
Siyasetmedara ji Die Linkeyê Mizgîn Çîftçî jî axivî û got “Ez bang li hikûmeta Elman dikim. Li Rojava, Başûr û Bakur êrîşên bi çekên kîmyewî li Kurdan dibin lê tu piştevanî nîn e! Kî dide ber bombeyan? Kî xwe ji Peymana Stenbolê vekişand, kî Başûr bombe dike? Rejîma terorîst a Erdogan dike.“
Mîtîng bi gotina sirûda Çerxa Şoreşê û Herne Pêş a hunermendê TEV-ÇAND’ê bi dawî bû.