‘Dê her kes cezayê bêhiqûqiya ku dike, bikşîne’

Malbata Şenyaşar ku têkoşîna xwe ya edaletê bê navber didomîne, wiha got: “Nobeta me ya “Heq ! Hiqûq ! Edalet di roja 475'an de berdewam dike. Dê roj were her kes cezayê bêhiqûqiya dike bikşîne…”

RIHA – Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku 14’ê Hezîrana 2018’an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 475’emîn de berdewam dike. Malbata Şenyaşar ji ber dawiya hefteyê ye û Edliyeya Rihayê girtî nobetê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne.

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyayê ev parvekirin kir: “Nobeta me ya “Heq ! Hiqûq ! Edalet di roja 475’an de berdewam dike. Dê roj were her kes cezayê bêhiqûqiya dike bikşîne…”

Nivîsa Pêş