QAMIŞLO – Li taxa Elî Axa ya navçeya Til Koçer a Kantona Qamişlo ji aliyê 2 kesan bi motorsîklet ve êrîş hate kirin.
Li gorî agahiyên destpêkê 3 şervanên Hêzên Senadîd şehîd bûne û 5 jî birîndar bûne. Rewşa hin şervanên birîndar ên ku ew rakirine nexwaşxaneya Dêrikê giran e.
Li gorî hin çavkaniyan hejmara birîndaran gihîşt 6’an.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku di cih de hatin cihê bûyerê, dest bi lêkolînê kirin. Hêzên Senadîd derbarê bûyerê de ti daxuyanî nedane.