KOBANÊ – Ji bo şervanên QSD’ê Hesen Elî (Demhat Mêl) û Hemze Hesen (Hemze Boxaz) ên dema erka xwe bi cih dianîn şehîd bûn, her wiha ji bo gerîlaya HPG’ê Emîra Mûsa (Arîn Kobanê) ya di encama bersivdayîna êrişên dewleta Tirk li ser herêam Zapê şehîd bû, merasîmeke girseyî hate li darxistin.
Bi sedan şêniyan cenazeyên şehîd Hemza û Hesen ji ketina bajarê Kobanê wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Dicle ve ketin rê.
Di merasîmê de li ser navê malbata her sê şervanan axaftin hate kirin, di axaftinan de hate diyar kirin ku wê riya şehîdên xwe bişopînin.
Piştre Belgeyên her sê şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hate kirin. Di dawiyê de cenazeyê şehîd Hesen Elî û Hemze Hesenbi siloganên ‘Şehîd Namirin’ bi dilsoziyekî mezin li gorsitana şehîd Dicle hate veşartin.