Li gorî agahiyên ku welatiyên li gund ragihandin, leşkeran dest danîne ser telefonên kesên birine herêma operasyonê. Hate diyarkirin ku şivanên ji gundê Şîşemzîn jî li herêma operasyonê hatine binçavkirin û leşkeran bi gotinên “hûn dûa bikin ku li cem we jin hene heke me dizanî em da çi li we bikin” gef li wan xwarine.
2 JÊ ZAROK 4 JÊ ŞIVAN 20 KÎŞÎ HATIN DESTGÎRKIRIN
Hate hînbûn ku ji nêzî 20 gundiyên birine herêma êrîşê 4 jê îranî ne û li gund şivaniyê dikin û 2 jî jê zarok in. Navên 13 kesên ku leşkeran birin herêma êrîşê û hate hînbûn ku pişt re hatine destgîrkirin wiha ne: “Zozan Tûrgût (45), Nevîn Tûrgût (8), Rahmî Tûrgût, Rojhat Tûrgût, Denîz Tûrgût, Necmettîn Tûrgût, Nedîm Tûrgût, Îzzettîn Tûrgût, Behçet Engudar, Firat Engudar, Demhat Engudar, Bîrhat Engudar ve Ozgur Engudar.”
Hate diyarkirin ku kesên hatine destgîrkirin birin Fermandariya Cendermeyan a Kisikliyê. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin 13 kesên hatine destgîrkirin wê bibin Fermandariya Cendermeyan a Geverê.
BANGA TEVGERÎNÊ LI RAYA GIŞTÎ HATE KIRIN
Zozan Tûrgût, Nevîn Tûrgûn û du jinên ku navên wan nehatin zanîn û biribûn herêma êrîşê hatin berdan. Welatiyên gundê Şîşemzînê ku hêj di bin dorpêça leşkeran de ye û ketin û derketina wî hatin qedexekirin diyar kirin ku ji jiyana kesên hatine destgîrkirin bi fikar in û li raya giştî banga hestiyariyê kirin.
Hate diyarkirin ku bi destgîrkirina şivanan, pezê li herêmê bêxwedî maye û gelek jî winda ne.