ŞEHBA – Bi sedan şêniyên herêma Efrînê li pêşiya Nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê kom bûn û cenazeyê şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Elî Cabo ku duh di pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû, wergirt.
Karwanê şehîd ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ve ya li navçeya Ehrez a kantona Şehbayê ketin rê.
Li goristanê endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Xedîce Îbo axivî û sersaxî ji malbata şehîd Elî û hemû şêniyên Efrînê re, xwest.
Xedîce Îbo wiha domand: “Îro û piştî ku zêdetirî 10 salan li ser aloziya Sûriyê derbas bû, em bi rûmet dijîn û civakê xwe birêve dibin. Ew jî bi saya berdêlên şehîdan e ku axa pîroz bi xwîna xwe av dan.”
Xedîc Îbo di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Armanca dewleta Tirk ew e ku herêmên me dagir bike, me bikuje û koçber bike. Ev ne tenê li kantona Şehbayê, lê belê ev gef têne kirin ji ber ku ew ji aliyê lehengên me li çiyayên Kurdistanê ve têk çûye.”
Xedîce Îbo di dawiya axaftina xwe teqez kir ku malbatên şehîdan û şêniyên Efrînê şopdarên rêya şehîd Elî û hemû şehîdên azadiyê ne heta ku armancên wan di rizgarkirina xakê û vegera li warê xwe de, pêk bînin.
Her wiha endamê Meclisa Kantona Şehbayê Mihemed Weysî jî axivî û diyar kir ku gefên dewleta Tirk li ser îflasbûna wê delîleke diyar e ku nikare li eniyên ku vekirine çi ya leşkerî yan jî siyasî deskteftiyan bi dest bixe.
Mihemed Weysî teqez kir ku tevî êrişên hovane ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê li ser kantona Şehbayê tê kirin û komkujiyan li dijî zarokan pêk tîne, şêniyên Efrînê dê şopdarên rêya şehîdan û berxwedanê bin heta hemû xaka dagirkirî rizgar bikin û şênî li warê xwe vegerin.
Piştre, wesîqeya şehadeta şehîd ji aliyê endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) Ruha Nûh Kusa ve hate xwendin û radestî malbatê kir. Di dawiyê de cenazeyê şehîd Elî Cabo li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê bi dirûşm û tilîliyan hate veşartin.