BEHDÎNAN – Artêşa Tirk di 17’ê Nîsana 2022’an de li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna êrîşên dagirkirinê dabû destpêkirin. Gerîlayên HPG û YJA Starê li dijî dagirkeriyê li pey hev çalakiyan li dar dixin. Kameraya mobesse ya ku li herêma Werxelê ya Avaşînê ji aliyê artêşa dagirker ve hatibû danîn û dixwest gerîla bişopîne, bû hedefa gerîla.
BI MOBESSEYÊN XWE BAWER BÛN
Gerîla bi qeydkirina çalakiyên xwe, nûçeyên sexte yên medya Tirk jî pûç dikin. Gerîlayên bi navê Rêvan û Çalak li herêma Werxelê ya Avaşînê li dijî kameraya mobesdeyê çalaki li darxistin.
Çalak û Rêvan ji kameraya gerîlayekî din re axivîn û gotin ku ji bo çalakiyekê li dar bixin hatine çeperên ku artêşa Tirk dagir kiriye.
Gerîlayan diyar kirin ku artêşa dagirker a ku nekarî li hemberî gerîla xwe bigire, cihê xwe terikandiye û reviyaye û got, “Nikarin şer bikin û ji ber vê yekê li hemberî me her cure teknolojiya mezin bi kar tînin. Em jî li hemberî teknîka dijmin şer dikin. Em ê bêhnek din kameraya mobesse ya ku wan li vir danîne îmha bikin.”
EW BÛNE DÎLÊ TEKNOLOJYA XWE
Gerîla Çalak û Rêvan ên piştî çalakiyê paşde vekişiyane, destnîşan kirin ku leşkerên Tirk ên bê îrade mane, tenê ji dûr ve bi obus, hawan û êrîşên hewayî dikarin şer bikin.
Kameraya mobesse ya ji aliyê gerîlayan ve hate îmhakirin, careke din nîşan dide ku leşkerên Tirk nikarin li dijî gerîla şer bikin û bûne dîlê teknîkê.