BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:
“Dewleta Tirk a dagirker di 18-19’ê Hezîrana 2022’an de li qadên Derya û Hêrebanê yên navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê dest bi operasyoneke berfireh kir. 18’ê Hezîranê li qada Dola Reşanê saet di 17:00 de li dagirkeran hate xistin. Di vî şerî de ku heta 19’ê Hezîranê dewam kir, 2 jê payebilind bi giştî 7 dagirker hatin cezakirin. Artêşa Tirk a dagirker 19’ê Hezîranê bi şev bi wesayitên zirxî windahiyên xwe ji qadê bir. Di vî şerî de hevrêyên me Zagros û Dilgeş bi fedaîtî bi ser dagirkeran ve çûn, bi ruhê milîtaniya Apoyî heta fîşeka xwe ya dawî şer kirin, ji bo dîl nekevin destê dagirkeran bombeyên xwe bi xwe ve teqandin û tevlî lehengên nemir ên Kurdistanê bûn.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne;
Nasnav: Zagros Senar
Nav paşnav: Pervan Alî Yûsûf
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Dayik-Bav: Hayfe-Mehmet Alî
Dem û cihê şehadetê: 19’ê Hezîrana 2022 / Gever
Nasnav: Dilgeş Sine
Nav paşnav: Lokman Felahî
Cihê jidayikbûnê: Sine
Dayik-Bav: Amîne-Mûstafa
Dem û cihê şehadetê: 19’ê Hezîrana 2022 / Gever
ZAGROS SENAR
Hevrêyê me Zagros li Efrînê, ku yek ji qadên bingehîn ên berxwedan, dilsoziya bi welat û welatparêziya Kurdistanê ye, li nava malbateke welatparêz de ji dayik bû, ku berdêl di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de daye. Ji ber van taybetmendiyên malbatê hevrêyê me Zagros hîn di zarokatiyê de partiya me PKK nas kir û piştî ku Rêberê me bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin, derfet dît ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji nêz ve nas bike. Bala wî ya li ser têkoşîna azadiyê ya gelê me roj bi roj zêdetir bû, gihîşt wê têgihiştinê ku divê cihê xwe di nava vê têkoşînê de bigire. Ji bo têkoşînê bi rengê herî xurt bimeşîne jî tercîha xwe li ser têkoşîna gerîla danî û sala 2008’an ji Lubnanê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Zagros piştî ku tevlî nava refên gerîla bû bi kedkarî û fedekariya xwe timî li pêş bû. Têkoşîna gerîla ne tenê weke têkoşîneke leşkerî nirxand, aliyên polîtîk û îdeolojîk ên gerîlatiyê fêhm kir. Lewma xwest têkoşînê bi rengê herî xurt bimeşîne, di vê hewldana xwe de jî bi durustî û jidilbûna xwe bû milîtanekî mînak. 6 salan li herêma Zagrosê gerîlatî kir û cih nehişt ku lê nema û kedeke bêhempa da. Li Zagrosan ku weke cihekî ji çalakiyên mezin ên li dijî dijmin tê naskirin ku dijmin nikare ji qereqolan derkeve, tevlî gelek çalakiyan bû. Di van çalakiyan de bi sekna xwe ya bi wêrek û hostatiya lêdana li dijmin nîşan da ku gerîlayekî şareza ye û hîn bêhtir berpirsyarê hilda ser milê xwe û bû fermandar. Hevrêyê me Zagros ku şensê wê yekê dît ku di bin fermandariya Mehmet Goyî û Reşît Serdar de têbikoşe, ji van fermandarên me yên hêja hînî gelek tecrûbeyên hunera fermandariyê bû. Ji bo dilsoziya bi van fermandarên me yên hêja re, ji xwe re kir armanc ku hîn bi xurtî tevlî nava têkoşînê bibe, bi vî rengî xwest hêjayî hevrêyên şehîd bibe. Piştî pratîka Zagrosan a bi zehmet a 6 salan hevrêyê me Zagros li Dibistana Navendî ay Partiyê tevlî perwerdeyê bû, ji aliyê îdeolojîk ve xwe bi pêş ve bir û li gorî felsefeya Rêbertî hewl da jiyana xwe diyar bike. Piştî pratîka salekê ya li Heftanînê di dawiya sala 2013’an de careke din derbarî Zagrosan bû, li Eyaleta Xakurkê tevlî kar bû. Li Eylaeta Xakurkê 5 salan di asta fermandariya yekîneyê de kar kir û li gel jidilbûna xwe her wiha bi fedakarî û kedkariya xwe bû fermandarekî pêşeng ji hevrêyên xwe re.
Tecrûbeyên xwe yên jiyanî û leşkerî gihand hevrêyên xwe û ji bo her yek jiw an bibe gerîlayekî azadiyê yê pispor û şareza gelekî hewl da. Hevrêyê me Zagros ku bi taybetmendiya xwe ya çalakiyê li pêş bû, pêşengî ji gelek çalakiyên li Eyaleta Xakurkê re kir û hewl da bersivê bide pêvajoyê. Piştre li ser bingeha jinûve avakirina gerîla tevlî perwerdeya fermandariyê bû û sala 2019’an weke fermandarê herêmê derbasî xeta Gever û Şemzînanê bû. Li gel tedbîrên giran ên dijmin jî weke fermandarekî gerîla yê afirîner taktîkên dewlemend ava kir û çalakiyên bi bandor li dijî dijmin kir. Her wiha ji bo gelê me karibe xwe ji dijmin biparêze perwerde kir, bi vê taybetmendiya xwe jî bû milîtanek ku ji aliyê gel ve dihate hezkirin. Hevrêyê me Zagros li hemberî dîlgirtina Rêber Apo timî xwe weke deyndar didît û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo timî ji xwe re kir armanca sereke, li ser vê bingehê tevlî nava jiyanê bû. 19’ê Hezîranê di operasyona dijmin de heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û bi kevneşopiya fedaîtiyê ya PKK’ê re dilsoz ma û ji bo nekeve destê dijmin bombeya xwe bi xwe ve teqand, şehîd bû.
DILGEŞ SINE
Hevrêyê me Dilgeş li bajarê welatparêz ê Rojhilatê Kurdistanê li Sine ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbat û derdora xwe, hîn di zaroaktiyê de doza Kurdistanê bihîst. Bi destanên lehengiyê yên ji malbata xwe bihîst mezin bû û xwest ew jî bibe lehengekî gelê xwe. Bala wî ne tenê li ser têkoşîna azadiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê bû, di heman demê de têkoşînên li parçeyên din ên Kurdistanê jî bala wî dikişand. Li ser vê bingehê partiya me PKK nas kir. Hevrêyê me Dilgeş ku israra partiya me PKK ya ji bo azadiya gelê me û berdêlên ku tê dayin, dît her roj bêhtir nêzî têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya PKK’ê bû. Wezîfeya misogerkirina azadiya gelê me ku her ciwanekî Kurd ê bi rûmet divê pêk bîne, hevrêyê me Dilgeş bi daxwazeke mezin da ser milê xwe û sala 2018’an dest ji zanîngehê berda û biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Hevrêyê me Dilgeş ji sala 2018’an heta 2021’ê li qadên cuda gerîlatî kir û di vê pêvajoyê de li gel perwerdeya bingehîn her wiha perwerdeyên pisporiyê jî qedand û bû milîtanekî şareza yê Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk. Bi tevlîbûna xwe ya bi xwest a li perwerdeyê re di demeke kurt de guhertinên mezin di kesayetiya xwe de pêk anî û her tim pêşniyar kir ku biçe qadên ji şerê germ re. Hevrêyê me Dilgeş ku kete bin bandora çand û exlaqa têkiliyên hevrêtiyê yên PKK’ê, ji bo hêjayî vê jiyana bi keda bêhempa ya şehîdan hatiye avakirin bibe, xwest bibe parçeyek ji vê yekê. Xwe tenê li qadê bisînor nekir, ji bo bibe kesayetekî neteweyî di serî de Bakurê Kurdistanê diyar kir ku dikare li her qadê wezîfeyê bike. Hevrêyê me Dilgeş di vê çarçoveyê de sala 2021’ê derbasî xeta Gever û Şemzînanê bû û di demeke kurt de hînî vê qadê bû. Hêrsa xwe ya li dijî dijmin bi rêxistin kir û derbasî çalakiyê kir. Hevrêyê me Dilgeş ji bo vê armanca xwe pêk bîne gelekî ked da. Her tim xwest ku bibe xwedî çalakiyeke mezin, lêgerînên xwe jî li ser vê bingehê bû. Di operasyonên dagirkeriyê yên dijmin de ku 18-19’ê Hezîranê pêk anî, tevî hevrê Zagros bi hostatiyeke mezin tevgeriya, derbên giran lid ijmin xist û ziraviya pêwîstiyên gerîlatiya Apoyî bi vî rengî bi cih anî, bû milîtanekî mînak ê gerîlatiya serdema nû. Heta nefesa dawî li dijî dijmin şer kir û piştre li gorî kevneşopiya fedaîtiyê ya Bêrîtan û Zîlanan bombeya xwe bi xwe ve teqand û şehîd bû. Hevrêyê me Dilgeş bi durustî, pakbûn û dilsoziya bêdawî ya bi gelê me re bû mînakekî herî bedew.
Malbatên hêja yên ku milîtanên leheng ên mîna Zagros û Dilgeş tevlî têkoşîna azadiyê ya gelê me kirin, çiqasî bi van ewladên xwe yên leheng serbilind be, hêja ye. Em weke hevrêyên wan, xwe bi şens dibînin ji ber ku li gel van milîtanên mezin têkoşiyane. Di serî de malbatên hêja em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku têkoşîna şehîdên xwe bi ser bixînin.”