NAVENDA NÛÇEYAN – Înisîyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku “Ji bo bîranîna fermandara nemir heval şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) li Mêrsîn û Stenbolê” çalakî li dar xistine.
Înîsîyatifê diyar kir di 27’ê Gulanê de li Çamlicaya Mêrsînê fabrîkeyeke AKP’yiyan a hilberandina narenciyeyan şewitandine, fabrîke ketiye halê ku êdî nayê bikaranîn û li navçeya Fatîhê ya Stenbolê jî li polîsan dane.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin “Li taxa Yedîkûleyê dema polîsên bi motorbisiklêt ên TC’yê bi şev digeriyan, hêzên me bi teqemeniyên bi destan û çekên şexsî ji du milan ve li polîsên faşîst xist. Di vê çalakiya serkeftî ya hêzên me de, 3 polîs bi giranî birîndar bûne. Hêzên faşîst bi wesayîtên fermî yên hatine qada çalakiyê, birîndarên xwe birine. Faşîzma TC’yê piştî çalakiyê dora taxê girtiye û êrîşî gel kiriye. Piştî çalakiyê hêzên me bi selametî ji qadê derketine.
Divê dewleta Tirk a faşîst û şirîkên wê bizanibe, vê mîrateya ku me ji hevrê Zîlan stendiye wê heta serfiraziyê bidome.”
LI PATNOSÊ WESAYÎTA TEDAŞÊ HATE ŞEWITANDIN
Înisîyatîfê diyar kir ku li Patnosa Agiriyê jî di meha Gulanê de wesayîteke TEDAŞ’ê şewitandine û wesayît ketiye halê ku êdî neyê bikaranîn.