ENQERE – Girtiyê bi navê Îsmet Karak di hevdîtina bi malbata xwe de diyar kir rêveberiya girtîgehê bersivê nade daxwazên wan û ji ber wê ew ê dest bi greva birçîbûnê bêdawî û bi dorveger bikin.
Wê 30 girtî tevlî greva birçîbûnê bibin. Wê her carê sê girtî têkevin greva birçîbûnê û koma greva birçîbûnê pênc rojan carekê biguhere.
Girtî diyar dikin ku zextên li ser wan zêde bûne, mafê wan ê sohbet, spor û hevdîtina bi girtiyên din hatiye rakirin, ji ber wê ew dest bi vê çalakiyê dikin.