NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku di 21 û 25’ê Hezîranê de di navbera hêzên wan û dagirkeran de şer qewimî ye.
Li gorî daxuyaniyê, çalakî û şerê 21’ê Hezîranê li herêma Marê ya dagirkirî qewimî.
Di encama vî şerî de 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 25’ê Hezîranê jî herêma Şêrawayê di navbera yekîneyên wan û hêzên dagirker de şer qewimî.
Di vî şerî de jî 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.