REQA – Jinên Ciwan ên ku tevlî festîvalê bûn wiha behisa festîvalê kirin û gotin “dijmin xwest bi şehîd kirina heval Viyan û heval Nûjiyan îrade ya Jinên Cîwan bişkîne, lê kombûna me ya îro ev nişan da ku dijmin nikare îrade ya me bişkîne” û her wiha dan diyar kirin ku sozên ku hevalên şehîd dane wan weke jinên ciwan pêk bînin û ser şopa wan bimeşin.
Jina ciwan bi navê Zeyneb Hemo derbare festîvalê wiha got:
Tolhildan û hêza me ya Şehîd Zîlan, Nûjiyan û Viyan e;
“Yekemîn festîvala Şehîd Zîlan li Rêber Apo, gerîla û şehîdên doza azadiyê pîroz dikim. Em weke Yekîtiya Jinên Ciwan festîvala Şehîd Zîlan pîroz dibînin, ji ber kû tolhildan û hêza me ya şehîd Zîlan, Nûjyan û Viyan e. Li ser vê bingehê jî em vê festîval ji hemû hevalan pîroz dikin. Em dibêjin bi hûner û bi tolhildana xwe em soza hevalên şehîd pêk bînin. Soza hevalên şehîd ew bû ku em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Em li ser vê bingehê xebat dikin. Ez ser navê jinên ciwanên Efrînê vê festîvalê ji hemû ciwanan pîroz dikim.”
Her wiha Jina Ciwan bi navê Hêva Haşim jî tevlî festîvala Jinên Ciwan bû û hestên xwe anî ser ziman û got:
Tolhildana me heye û kombûna me ya îro jî îradeya me ya bihêz nîşan dide;
“Ez jinek ciwan xelkê Efrînê me û koçberê Şehba bûm. Em tevlî festîvala Reqa bûne. Ez vê festîvalê ji Rêber Apo, gerîla û hevalên ku di zîndanê de ne pîroz dikim. Em dibêjin em hene û emê her hebin jî. Ji ber ku em ser şopa Şehid Zîlan, Viyan û Nûjiyanan de dimeşin. Nikarin îradeya me bişkînin. Dijmîn xwest ku bi şehîd kirina heval Nûjiyan û heval Viyan îrade ya me bişkîne lê tolhildana me heye û kombûna me ya îro jî îradeya me ya bihêz nîşan dide. Em ji hevalên çiya re dibêjin em bi were ne û piştgirî ya we dikin û em hertim hene û em tola şehîdan rakin. ”