BEHDÎNAN – Zêdeyî 40 salin ku axa Kurdistanê di bin dagirkerî û êrîşên faşîzmê de ye, ev ne cara yekeme ku gelê Kurd bi van êrîşên qirkirin û komkujiyan re rû bi rû bimîne. Ji dîrokê de heya îro gelê Kurd bi hevkariya îxanetkaran re rû bi rûyê tunebûnê bûye. Mînaka herî şênber ya vê hevkariya îxanetê jî PDK’ê ye, PDK’ê desteka herî mezin dide dagirkerî û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst. Destê wî di êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê bi taybet li Başûrê Kurdistanê de heye. Ne tenê li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, li dijî gel û sivîlan jî êrîşên der mirovî dike. Gerîlaya Azadiya Kurdistanê li hemberî van hemû êrîşên dagirkeriyê û xiyaneta Barzaniyan berxwedaneke bêhempa nîşan dide û bi şikandina êrîşan û pûçkirina êrîşan bersiva herî mezin dide dagirker û hevkaran. Bi berxwedana xwe lehengiya serdemê dinivîsin.
Li ser vê bingehê piştî banga Komalên Ciwan a ji bo seferberiyê bi dirûşma “LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ” Amed Ranya ya ji Başûrê Kurdistanê banga seferberiyê da û soza tevlîbûna nava refên gerîla da.
Amed Ranya; “Navê min Amed Ranya ye. Ez ji Ranya me. Min di merasîma Şehîd Cewrê û Şehîd Mizgîn de soza tevlîbûna nava refên gerîla da. Niha ez tevlî nava refên gerîla bûm û li çiyayên azad, nefesa azadiyê digrim. Ezê soza ku min li ser şopa şehîdan daye dewam bikim.”
Li ser gelê Kurd xeteriyeke cidî heye, dîsa li Avaşîn, Zap û Metîna li ser Gerîlaya Azadiya Kurdistanê jî metirsiyek cidî heye. Dewleta Tirk li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê çekên kîmyawî bikatîne. Ez jî weke ciwanekî Kurd ya Başûrê Kurdistanê, ji bo ku li dijî van êrîşên dagirkeriyê bisekinim, tevlî nava refên gerîla bûm. Divê em vê baş bizanibin, dewleta Tirk ger gerîlayek şehîd xist, wê bi sedan ciwanên Başûrê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bibin û li dijî artêşa wan şer bikin.”
“Pêwîstiya me bi PKK’ê heye, ya PKK’ê bi me nîne”
Tevgera PKK’ê tevgereke pîroz e. Rastiyeke din jî ewe ku pêwîstiya me bi PKK’ê heye, pêwîstiya PKK’ê bi me nîne. Banga min ji gelê Başûrê Kurdistanê re heye, bi taybetî jî ji bo ciwanên Başûrê Kurdistanê heye, divê ciwanên Başûrê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bibin, pêwîste ciwan bê bersiv nemînin. Her kes dizane ku çekên kîmyewî tenê li hemberî gerîlayan tên bikaranîn. Êdî bese ji vê bê dengiyê re. Emê heta kengî bê deng bin? Li dijî îxaneta malbata Barzanî û li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst tevlî nava refên gerîla bibin. Her kes dizane ku gerîla rûmeta vî gelî ye.”
NC// Viyan Amara