Civîna NATO ku duh li paytexta Îspanyayê Madrîdê dest pê kir, tê payîn ku heya 30’ê Hazîranê berdewam bike. Piraniya serokên dewletên endamên NATO’yê tev li civînê bûn, her wiha hinek dewletên ku ne endamên NATO’yê ne û cara yekê ji bo civînê tên vexwendin jî tev li civînê bûn. Bi taybetî Swêd û Fînlandiya ku piştî şerê Ukrayna û Rûsyayê, bi lezgînî henaseya xwe ya yekemîn li ber deriyê NATO girt, wek berendam tev li civînê bûn.
Di destpêkê de ewlehiya NATO’yê, tê payîn ku li ser gelek mijaran biryar werin dayîn û daxuyanî werin dayîn. Bi taybetî li hemberî Rûsya û Çînê dihat payîn ku hinek biryar werin dayîn. Lê di daxuyaniya beriya civînê ya sekreterê NATO’yê de hat destnîşankirin ku Çîn wek dijmin nayê dîtin, lê ji ber şerê Rûsyayê yê li dijî Ukraynayê şermezar nekiriye, jê aciz bûne. Lê tê payîn ku ji bo Rûsyayê biryara hêza xeternak were dayîn, di civînên berê de ev pênaseya li dijî Rûsyayê hatibû nermkirin. Dibe ku ev pênase û ‘tevdîrên’ li dijî Rûsyayê hişktir bibin. Her wiha li dijî Rûsyayê, piştgiriya ji bo Ukraynayê bi awayekî vekirî were daxuyandin û di vê mijarê de li ser her dewleteke endama NATO’yê hin gavên pratîk werin ferzkirin. Her wiha hin dewletên wekî Îran û Koreya Bakur jî dibe ku bikevin rojevê, lê nayê payîn ku biryarên pir hişk werin dayîn.
Di roja yekemîn a civînê de mijara herî balkêş, di bin fermana sekreterê NATO’yê de anîna gel hev a Tirkiye, Swêd û Fînlandiyayê û peymana di navbera wan de bû. Jixwe her kesî ragihandibû ku di roja yekê ya civînê de civîneke çaralî di navbera sekreterê NATO’yê û serokên Tirkiye, Fînlandiya û Swêdê de dê çêbe. Lê piştî civînê destpêkê ajansên fermî yên dagirkeriya Tirk, piştre hemû ragihandina şefê faşîst ku ji yek navendê tê birêvebirin, destnîşan kirin ku di navbera her sê dewletan de lihevkirin çêbûye. Ragihandina Erdogan ku bi armanca ‘tiştê em dixwazin me girt’ ev nûçe belav kirin, piştre ket rojeva gelek medyayên cîhanî. Ya rast jixwe ev lihevkirin çêbûbû, jixwe aliyên Fînlandya û Swêdê jî nederewandin.
Li gorî ku hatiye ragihandin; di peymanê de hemû alî qebûl dikin ku PKK, PYD, YPG wek rêxistinên ‘terorê’ tên qebûlkirin, hemû fealiyetên van rêxistinan ên li Fînlandiya û Swêdê tên sekinandin, rastî lêpirsînê tên, propagandaya van rêxistinan a li dijî Tirkiyê tê astengkirin û endamên wan radestî Tirkiyê tên kirin (Fînlandiyayê radestkirina endamên rêxistinan derewand). Ambargoyên çekan ên di navbera van dewletan de tên rakirin. Di navbera van dewletan de mekanîzmayeke îstîxbaratî û ‘ewlehiyê’ ya mayînde tê avakirin. Alî di çarçoveya NATO û ewlehiya Ewropayê de, piştgiriya hev dikin û bi hev re tev digerin.
Ev peyman û xalên ku li ser hev kirine, tên çi wateyê? Wekî ku di xalên peymanê de jî tê dîtin, hemû mijar li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê, gelê Kurd in û bi awayekî xwezayî li dijî xeta demokrasî û azadiyê ne ku li Rojhilata Navîn bi pêş dikeve. Jixwe polîtîkayên qirker û êrişkariya dagirkeriya Tirk tê naskirin, bi awayekî eşkere radigihînin; pêşeroja hebûna xwe di qirkirina Kurdan de dibînin. Ji ber vê li ku dera cîhanê deskeftiyeke Kurdan hebe jî, dixwazin tune bikin. Her wiha NATO ya ku di vê polîtîkaya qirkirinê de hemû piştgiriyê dide dewleta dagirker jî, di helwesta xwe de zelal e û pratîka wê diyar e. Lê ev helwesta welatên ku xwe wek nûnerê demokrasiya lîberal didan naskirin, hewceyî şîrovê ye.
Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, li cîhanê du xetên cuda yên ku angaşta wan a bîrdoziyeke cîhanî hebû, derketin pêş. Ya yekemîn, pergala reel sosyalîzmê bû ku Rûsyaya Sovyetê pêşengiya wê dikir û gelek welat û rêxistin jî li derdora xwe kom kiribûn. Ya duyemîn jî, ew welat bûn ku îro di çarçoveya NATO’yê de hatibûn gel hev û pergaleke kapîtalîst diparast. Bi taybetî di nava vê xetê de, hinekan dixwest xwe cuda bidin naskirin û hinek pîvanên mafên mirovan, demokrasî û azadiyê derdixistin pêş. Lê ev gotin hemû li ser ziman û şeklî bûn. Naveroka van pîvanên ku dirûşmên esasî yên sosyalîzmê bûn, bi rêka vê xetê dihat valakirin. Qaşo ew li dijî şer û pevçûnên cîhanî bûn, li hemberî helwesta hişk ya NATO’yê jî derdiketin. Cih bi cih ev kiryar wek ‘faşîzm’ jî bi nav dikirin. Lê bi nermkirin û valakirina naveroka dirûşmên sosyalîzmê, qilifek ji kapîtalîzmê re çêdikirin. Ji ber wê navekî li gorî xwe jî dîtin û gotin ‘demokrasiya lîberal’ her kesî jî wisa qebûl kir. Nûnertiya vê xetê jî welatên Îskandînavyayê yên ku îro bûne mijara gotina me yên wekî Fînlandiya û Swêdê dikir.
Ev pergala cîhanî ku çêbûye, ji bo Kurdan jî dervayî tunehesibandinê tu tişt îfade nedikir. Jixwe di cîhana nû de cihê Kurdan tune bû. Lê dema Tevgera Azadiya Kurdistanê bi pêş ket û çalak bû, NATO bi destê hinek welatên wekî Almanya rasterast mudaxele kir û li dijî wê şer îlan kir û heya roja me ya îro jî heya dawiyê piştgiriyê dide êrişên qirkirinê yên Tirkiyê. Lê dema ku di vê mudaxaleya rasterast de bi ser neketin, wekî her carê ‘demokrasiya lîberal’ ket dewrê. Li hinek welatên Ewropayê qaşo hinek mafên şexsî yên Kurdan nas kirin; civaka Kurd, çanda wê, welatê wê, hebûna wê tune bû. Lê hinek mafên şexsî yên Kurdan hebûn, dikarîn van welatan bibin rewşenbîr, dikarîn pirtûkan binivisînin, stranan bibêjin, karê rojnamevaniyê bikin, şerê çekdarî û welat û hwd pêwîst nedikir. Di astekê de ev yek bi ser xistin jî, gelek tirşikçiyên Kurd li van welatan kom kirin û bi wan dan gotin; “PKK terorîst e, ne sîlahê, bila penûsê bi kar bîne.” Lê dema ku civaka Kurd dihat qirkirin, wê van derdoran hinek helbest û pirtûk binivîsandina.
Piştî ku Tevgera Azadiya Kurdistanê, tevî hemû êriş û komployên li beramberî xwe têkoşîn kir û li Kurdistanê hevsengiyek çêkir, xwest ev tiştên ku nûnerên ‘demokrasiya lîberal’ îdia dikin bixe xizmeta civaka xwe. Van welatan jî li gorî pîvanên ‘demokrasiya lîberal’ ev tişt red nekir, lewma wê hebûna xwe pûç bikira. Lê her tiştekî sînorê wî hebû, mînak ev dewletên ku deriyê xwe ji hemû Kurdan re vedikirin, dema mijar bû rêber Apo hemû derî bi careke de girtin. Yên ku digotin em derfeta nivîsandin, ragihandin û hwd didin Kurdan, bi binpêkirina qanûn û pîvanên xwe heya niha gelek weşan û televîzyonên Kurdan girtin.
Bi peymanan ku bi Tirkiyê re çêkirine van welatan careke din diyar kir ku çi qas bêpîvan in û ew xeta ku angaşt dikin ku berdevkiya wê dikin jî, temsîla çi dike, derket holê. Bi peymana ku çêkirine, dê careke din birêxistinbûn û civakbûna Kurdan were astengkirin, nûnerên wan radestî Tirkiyê bên kirin, ragihandinên wan werin girtin û bi çekên ku wê bifiroşin Tirkiyê, dê Tirkiyê qirkirina Kurdan pêk bîne. Ka ev welat azadîxwez bûn, ka mafên mirovan diparastin, ka dostê Kurdan bûn, ka demokrat bûn, ka li dijî faşîzmê bûn? Bi yek du gefan çawa li hemberî faşîzmê çok danîn û radestî wê bûn, hemû cîhanê dît.
Mehmet Emîn Nivîsandiye….