REQA – 1’yemîn festîfala Jinên Ciwan şehîd Zîlan di bin dirûşmeya “Bi rihê ciwantiya Viyan û Nûjiyanan, emê şerê azadiyê bi ser bixin“ li Stada Belekî ya bajarê Reqayê hate li darxistin.
Festîfal di salvegera 26`an a şehadeta Zîlan (Zeyneb Kinacî) de hat li darxistin, ku di 30`ê Pûşpera 1996`an de li Dêrsimê li dijî leşkerên dewleta Tirk çalakiyeke fedayî pêk anî û di encama wê de 18 leşker hatin kuştin û 21 jî birîndar bûn.
Bi sedan şêniyên bajar, şêx û rûspiyên eşîran, endamên saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî yên Reqa û mêvanên ji Bakur-Rojhilatê Sûriyê beşdarî festîfalê bûn.
Di festîfalê de Hevserokatiya Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê û endama komîteya amadekar a mîhrîcana Şehîd Zîlan, Jînda Yûsif axivî. Jînda Yûsif di destpêka axaftina xwe de xêrhatina mêvanan kir û di kesayeta şehîd Zîlan de hemû şehîdên azadiyê bi bîranî. Jînda Yûsif anî ziman ku 30`ê Pûşperê ne tenê dîrokeke wiha got: “Lê belê ew roja heqîqet, azadî, rûmet û jina azad e.”
Piştî axaftinên ku hatine kirin Koma Botan ya bajarê Qamişloyê dest bi stran gotinên xwe kirin. Piştî ku festîfal bi germahiya stranan destpêkir, pêşbirka jinên ciwan ên bajarê Kobanê hate destpêkirin. Piştî wê koma govendê ya herêma Efrîn û Helebê derketin û govendên xwe gerandin.
Heman demê de govendên folklorî ya pêkhateyên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jî hate pêşkêş kirin. Li pey wê ji aliyê jinên ciwan ên bajarê Kobanê ve lîstoka voleybal hate lîstin. Her wiha ji aliyê hunermenda ji pêkhatiya Ereb Mene Tallah Tehme ve stran hate gotin.
Herî dawî jinên ciwan bi vekirina wêneyekî mezin ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, bi gerandina dîlana gerîla, bi siloganên weke “Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Gerîla” festîfala xwe bi dawî kirin.