RIHA – Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 480’an de berdewam dike. Nobeta ku dayika Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nikarî tev li bibe, Ferît Şenyaşar li qada weke “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” tê zanîn da destpêkirin. Şenyaşar, têkoşîna xwe ya edaletê ji kesên rêya wan dikeve edliyeyê re vegot.
Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal jî ev peyam parve kir: “Tu bijî tu jîndar î. Tu li dijî neheqiyeke li te hatiye kirin, bisekinî tu mirovî. Edalet di kesayetan de destpêdike, civakan an ava dike an jî xera dike. Li Rihayê zilma darazê berdewam dike.”