STENBOL – Li navçeya Beyoglû ya Stenbolê ji aliyê Jinên Ciwan ên Welatparêz ve pankart hat daliqandin.
Jinên Ciwan ên Welatparêz li navçeya Beyoglû ya Stenbolê bi gotina Rêber Apo ya ku dibêje “Zîlan fermandara min e” pankart daliqandin. Jinên Ciwan ên Welatparêz, Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) ku di 30’ê Hezîrana 1996’an de li dijî hewldana sûîqestê ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakiya fedayî pêk anî, çalakî li darxistin.
Jinên Ciwan derbarê çalakiya xwe de wiha gotin; “Em weke Jinên Ciwan ên Welatparêz li ser xeta azadiyê ya Şehîd Zîlan xebatên xwe bi rêxistin û geş dikin. Rêber Apo artêşek ji jinên fermandar afirand. Şehîd Zîlan ya ku xwedawenda me ya azadiyê ye û manîfestoya me ya jiyanê ye rastiya têkoşîna jinên Kurd derxiste holê. Em soza şehîd Zîlan a ji bo kûrkirina xeta fedayî û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe li ser vê xetê careke din dubare dikin.”