NAVENDA NÛÇEYAN – Di 2’yê Tîrmeha 1993’an de di nav de nîvîskar, hunermend, helbestkar û rojnameger jî hene ji bo tevlî bernameyên Pîr Sultan Abdal bibin li Otela Madimak a Sêwasê rastî êrişa koma nîjadperest hatin û bi 33 kesî re du xebatkarên otelê hatin qetilkirin û 51 kes jî birîndar xilas bûn.
Piştî komkujiyê di serî de muxalîfan gelek kesî bertek nîşanê komkujiyê dan. Serokwezîra demî Tansu Çîler û serokomarê demî Suleyman Demîrel jî di nav de gelek siyasetmedarî gotinên ku komkujî rewa dikirin bikar anîn. Tansu Çîlerê gotina ‘Şukur gelê me yê derveyê otelê zirar nedîtiye’ bi kar anî û Suleyman Demîrel jî got ‘Bûyer munferît e. Tahrîka giran heye. Di encama vê tahrîkê de gel hatiye galeyanê’ bi karanî. Wezîrê karê hundir yê demî Mehmet Gazîoglu jî Azîz Nesîn hedef nîşan da û got ‘Azîz Nesîn bi tahrîkên xwe gel aniye galeyanê û gel bertek nîşan daye’.
Şaredarê Sêwasê yê demî û serokê Partiya Saadetê (SP) yê vê demê Temel Kahramanoglu jî piştî salan şûnde daxuyaniyek da û got: “Min wek komkujî bi nav nekir. Ev bûyerek xemgîn e. Li wir bûyerek pêk hat; Perdeyên otelê hatibûn şewitandin, wesayît hatibûn şewitandin. Piştre jî agir belav bû. Mirovên di hundir de jî tişta ku ez fêm nakim pace venekirine û ji ber vê mirine.”
Der barê lêpirsînê de 35 kes hatin binçavkirin. Piştre ev hejmar derket 190’î. Ji van der barê 124 kesî de doz hat vekirin. Di îdianameya hat amadekirin de, sedema bûyeran wek ‘kesên tevlî bernameyan bûne’ hat nîşandan. Her wiha hebûna Azîz Nesîn jî di nav ‘sedemên amadekariya çalakiyê’ de hat nîşan dan.
Yekemîn runiştina dozê di 21’ê cotmeha 1993’yan de li Hejmara Yekemîn a Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Enqereyê (DGM) hat dîtin. Di 26’ê kanûna 1994’an de runiştina biryarê hat dîtin. Der barê 22 gumanbaran de 15 sal, der barê 3 gumanbarî de 10 sal der barê 54 gumanbarî de jî 3 sal, der barê 6 gumanbarî de jî 2 sal ceza hat dayîn. Ji bo 37 kesî jî biryara beratê hat dayîn.
Parêzeran gotin biryara DGM’ê li dijî hiqûq û edeletê ye û serî li temyîzê dan. Piştre 9’emîn Daîreya Cezaya Dadgeriyê got ‘li dijî Cumhuriyet, laîqî û demokrasiyê ye’ û biryara DGM’ê xera kir. Li ser vê li Hejmar Yek a DGM’ê ya Enqereyê ji nû ve darizandin hat destpêkirin.
Di 28’ê Mijdara 1997’an de 33 gumanbar rastî cezayê darvekirinê, 14 gumanbar rastî 15 sal ceza hatin. 9’emîn Daîreya Cezaya Dadgeriyê di 24’ê kanûna 1998’an de cezayên hatin dayîn erê kir û cezayên darvekirina ji bo 33 kesî hatibû dayîn xera kir. Di 16’ê Hezîrana 2000’î de 33 gumanbar dîsa cezayê darvekirinê hat dayîn. di 2002’yan de cezayê darvekirinê ji meriyetê hat rakirin û ceza veguhertin muebeta giran.
Malbata her tim xwestin ku Otela Madimakê bibe ‘muzeya şermê’. Daxwaza malbatan nehat cih û otel di 2011’ê de wek Navenda Çand û Zanistê ji nû ve kirin xizmetê. Dosyaya der barê gumanbarên fîrarî de jî birin Dadgeha Destura Bingehîn û dosya di 13’yê adara 2012’an de ket ber demboriyê. Malbatên ku zarokên xwe winda kirin di 2014’an de serî li DDB’ê dan. Her wiha Serokkomar û serokê AKP’ê Ahmet Turan Kiliç efû kir û ev tişt bû sedema bertekan.
Hin bûyerên din ên girîng ku di vê rojê de qewimîne wiha ne:
1865: Nivîskar û siyasetmedara femînist Lily Braun îro li eyaleta Saksona Prusyayê hat dinê. Her wiha di rojnameya femînist Die Frauenbewegungê rojnamegerî kir. Dema rojnamegerî dikin bi tevgerên sosyalîzm û femînizmê re eleqedar dibû. Li Elmanyayê pêşenga tevgerên femînist tê qebûlkirin. Li gorî Lily divê jin xwedî li kesayetiya xwe be û wekî dayik û hevjîn neyê dîtin. Di 51 salî de di encama felcê de li Zehlendorfa Berlîna Elmanyayê di 8’ê tebaxa 1916’an de jiyana xwe ji dest ta.
1970: Sufrajet û aktîvista Awusturyayî Jessie Mary Grey, di 18’ê nîsana 1889’an de li Hindîstanê hat dinê. Jessie, li Îngilistanê ji bo mafê dengdayînê ya jinê ti nav têkoşînê de bû. 50 sal li dijî cudakariya di nava Awusturyayê ya di navbera xwecihî û biyaniyan de têkoşîn da. ‘Jina Awusturalyayî ya ku bûye delegeya Neteweyên Yekbûyî. Jessie, xala “Divê li ser zayendiyê cudakarî neye kirin” di Peymana Neteweyên Yekbûyî de bi cih kir. Di sala 1967’an de ji bo dengdayîna xwecihên Awusturalyayî têkoşîn da û her wiha di avakirina Rêxistina Mafên Aborjînê de pêşengtî kir. Di şerê Yekitiya Komara Sosyalîst a Sowyetan (SSCB) de di hevdîtinên dîplomasiyê de cih girt û ji ber hewldana xwe ji hêla medyaya rastgir ve wekî “Jessie Sor” hat binavkir. Jessie, di 2’yê tîrmeha 1970’an de jiyana xwe ji dest da.
2018: Cenazeya Leyla Aydemîr a 4 salî li gundê Bezirganê ya Agiriyê hat dîtin. Li ser bûyerê re 4 sal derbas bû.
Çavkanî: JINNEWS