ŞEHBA – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Efrîn-Şehba li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku 24 salin bê navber dewam dike daxuyanî dan. Ciwanan di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku di şexsê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan de dîrokek hatiye tecrîd kirin û zîndan kirin.
Daxuyaniya ku piştî deqeyekî rêzgirtin hatî xwandin wiha ye;
“Rêber Apo 24 salên xwe bi tekoşîneke dîrokî li hemberî sîstema modernîteya kapîtalîst û mêtînger qedand. Tevî hemû şert û mercên bê hiqûqî, bê rêgezî û heya ji rastiya exlaqîbûnê jî dûr in, Rêber Apo ev yek bi seknekî berxwedêr red kiriye û bi têkoşînekî bê hempa êrîşan wan vala derdixe. Dewleta Tirk û hemû hêzên emperyalîst nikarîne vê yekê bi tecrîdê bişkînin cezayê dispilînê jî li ser Rêberê me dane sepandin ev cezaya dispilînê armanc jê ewe ku Rêberê me teslîm bigirin.”
“Lê şert û mercên îro ne yên berê ne û sekna Rêberê me jî ne ew sekna ku li ber sîstemên dagirker çûng deyînê ye. Rêber Apo ev plan û komplo ji roja destpêkê ango ji dîroka 1999’an de vala derxistiye û pûç kiriye. Ji ber vê yekê ye ku di bin pêşengtiya Îngilîstan û Emêrîka de rêbazên tecrîd û cezayên dispilînê di şexsê Rêberê me de tên pêkanîn.”
“Di şexsê Rêberê me de dîrokek hatiye tecrîd kirin û zîndan kirin. Rêberê me pêşengtiya parastina dîroka panzdeh hezar sal kiriye ango parastina nirxên herî kevnar û bi kok yên mirovahiyê kiriye. Da ku tecrîd were fêmkirin divê dîroka panzdeh hezar salî were analîz kirin.”
“Heya ku em agahî ji Rêberê xwe negirin emê hemû kolanan vegerînin cihên serhildan û tekoşînê. Heya ku em Rêberê xwe fîzîkî azad nekin emê dev ji tekoşîn, israrbûn û çalakiyên xwe bernedin. Rêber Apo ji bo me jîngeha ku roj lê naçe ava ye. Êdî dem hatiye ku em deriyê Îmralî bişkînin û azadiya Rêber Apo misoger bikin. Em êdî tu carî bawariya xwe bi yek carî jî bi rêxistinên xwe mafdar dibînin nakin. Ji ber hîna nikarîne mafê xwe bi dest bixin û biparêzin.”
Di dawiyê de daxuyaniya ciwanan bi siloganên weke “Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Îmraliyê, Bijî Berxwedana Zîndana” bi dawî bû.