NAVENDA NÛÇEYAN – Tîmên Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo 2’ê Tîrmehê saet di 17:30’î de li navçeya Şêladizê ya Amediyê derbeke giran li baregeha Sîrê ya artêşa Tirk a dagirker xistin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Tola zarokên gelê Kurd ên li Bamernê şehîd hatin xistin, hate hilanîn û derbeke giran li Tirkên dagirker hate xistin.”