NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Zeynep Kinaci yê KBDH’ê di 30’ê Hezîranê de li Taxa Seyran a Amedê pankarta “Dema Zilanbûnê ye” daliqand û banga “Li dijî tacîz, destavêtin û qetlîamên li ser jinan her tim li qadan bin” li hemû jinan kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Milîsên ku gotin ew ê bibin deng jinên hatine qetilkirin û têkoşîna wan bidomînin, li dijî polîtîkayên komkujiyê yên sîstema serdest a mêr li ser jinan ferz dike bang li hemû jinan kir ku tevlî nava refên KBDH’ê bibin û bibin milîtanên şoreşger ên yekbûyî yên jinan.”
Heman rojê li Stenbol/Yakacik/Dortyolê pankarta bi nivîsa “Dema Zîlanbûnê ye” hat daliqandin.