NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahûrandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan……
Herçiqas 71 saliya xwe jî bijî, damezrandina wê çibe roja wê ya îro jî hemane. Dixwazim bînim ser vê dibe ku hûn bêjin; “Em salên navber çawa dikarin binirxînin?” Ez dikarim salên di navberê de weke mîdeya werimî binirxînin. Zik birçiye, paresû bi hev ve zeliqîne – di salên 1923’an de- paşê ew mîde werimî û bi vî rengî heta salên 1950-60’an zik hinekî mezin bû, lê di navbera salên 1960-80’ê êdî zik mezin derket. Wisa bawerim ku wê di navbera salên 1990 û 2000’an de zik biteqe. Em dikarin nirxandinekê di vê wateyê de pêşkêş bikin. Pêşketinek din ne mijara gotinê ye. Serdema wî, ango serdema M. Kemal, qaşo li gorî xalên bingehîn ên damezrandina komarê, em dikarin wek dema damezrandina sazî û xalên bingehîn yên makezagonî bikin. Gelik pişt re, berî hertiştî bîrdoziyeke sexte, bîrdoziya herî paşverû ya Ewrûpa çiye, wê digire û tîne, ev jî wek polîtîvîzm tê şîrovekirin. Polîtîvîzm, qaşo bingehgirtina zanyariyê ye, lê bermahiya bîrdozî ya herî paşketî ye, wê digire û tîne. Zagonên wan digire, li ku derê zagonek li gorî xwe guncaw dibîne, wê digire û tîne. Ferasetek sexte ya dîrokî û ferasetek ziman pêş dixe. Di hemû cîhanê de, vaye ji Tirkbûnê derketine, di salên 1930’î de teoriya zimanê Rojê û nerîneke dîrokî ava dikin. Ti têkîliya xwe bi zanistiyê ve nîne. Qaşo dixwazin bawerî bidin netewperestiyê. Zanyariyeke wî ya aborî ya saxlem nîne. Dibêje reqabeta serbest, ger ev jî nebe vê carê ezmûna Stalîn a ku li Sovyetê hatiye ceribandin heye. Di sala 1930’î de hewl da wê texlît kir. Heta dawî bijartekere. Hinek heta niha jî pesnê wî didin û dibêjin; “M. Kemal çiqas bi aqile, çiqas baş karê xwe dimeşîne.” Ya rast jî wisa ye. Ew texlîdgerekî pir başe, ha ji te re tiştê ku ji Stanlîn girtiye pêk bîne, ji Hîtler girtiye pêk bîne, ji Mosîlînî girtiye pêk bîne, ji kapîtalîzmê girtiye, ji sosyaslîzmê girtiye pêk bîne, ango çi kêrî wî bê pêk bîne. Lewra li vir dîn û îman nîne, exlaq nîne, di vir de alozî heye. Bitemamî li gorî xwe eyarkirinek heye. Li vir tevlîhevkirinek mezin heye. Jixwe bûhrana di kesayetiya komarê de jî wisa dest pê dike. Bingehekî saxlem yê bîrdozî nîne. Faşîzm û komînîzm dijminên hev yên xedarin, lê herduyan jî di nav heman partiyê de digihîne hev. CHP heta niha jî wisa ye, ango ji hev cudakirina yê faşîst Turkêşe, Ecewîte, Înuniye em zahmetiyê dijîn. Karayalçin faşîste, demokratê civakî ye, ber bi vê cudabûnnê ve çûyîn ewqas jî ne girînge. Ji ber ku despêkirina komarê jî wisa ye. Di sala 1920’an de dema ku Partiya Komara Tirkiyê ya Gel tê damezrandin, yekî dişîne Romayê, yekî jî dişine Moskovayê. Dîrok bi belgeyên vê dagirtîne. Jê re dibêje; “Çi tişta ku bi kêrî me bê bîne” û tîne. Berdestên wisa gelikin, padîşahên Osmaniyan jî hema wisa dikin. Abdûlhemîd li gorî M. Kemal divê wateyê de reformxwazekî mezine, em dikarin bêjin ku hemdemtire. Texlîdgeriya M. Kemal pir li paş ya Abdûlhemîde. Vaye ezmûna Partiya Komara Gel berhema mantiqê vê ezmûnê ye! Niha jî nîqaşa vê dikin, bê ka ev partî pêşverûye, paşverûye, faşîste, sosyalîste yan na . Raste jî, jiber ku herdu jî di nav de hene, ya rast şêwaza bêjîtiya herduyan jî tê de heye. Ango nikarim bêjim; “Komînîzm tê de heye.” Lê belê çi tişta ku komînîzm ji rê derxistiye, xesandiye, ji komînîstbûnê derxistiye heye, li wir heye; sextekarî, sîxurî hema tu çi bixwazî tê de heye. Qaşo partiya komînîst damezrand, vaye ev partiya gel –CHP- jî partiya sexte ya komînîst jî di nav de ye. Ti pêwendiya vê bi komînîzmê re nîne Ji ber ku ew tevgereke sîxur a komînîzmê ye, navê komînîst lêkiriye, tenê ji bo ku rê li komînîzmê bigire ye. Bi armanca sûdwergirtinê ji hevsendiyê cîhanê ye. Li aliyê din ji Hîtler û Mossîlînî pir tişt girtine û gelik tişt jî dane. Dîrok dide nîşandan ku, van pir tişt ji M. Kemal –Bi taybet Hîtler- girtine. Di vê wateyê de tevkariyek M. Kemal a mezin ji faşîzmê re çêbûye. Hîtler vê di salên 1930’yî de dike, Mossîlînî jî piştî salên 1930’yan dike. Jixwe M. Kemal piştî sala 1920’an vê dike. Di vê mijarê de mînaka herî zêde îlham dide ye. Nemaze dikare bibe damezrînerê faşîzmê û tevkariyê jê re bike û wisa bênirxandin. Ji ber ku kapîtalîzmê jî bi şêwazê herî paşverû bikar tîne. Hîtler jî, têgeha nasyonalîzma sosyalîzmê bikaranî. Ji ber ku damezrînerê yekem M. Kemale. Serdema M. Kemal, di her astê de dibe raveya qurçkirin, bîrdoziyeke bijarteker, bîrdoziyek faşîst a wisa. Bêgûman di wê demê de darizandinên komînîstan hene, em baş zanin ku çiqasî rista celadan lîst. Em ji tasfiyekirina M. Sûphiyan bigirin, heta Nazim Hîkmetan, dîsa heta Dr. Hîkmet Kivilciman lîstokên ku lîstine hene. Beşek ji wan qetil dike, beşa din jî dixesîne. Heta niha jî tevgerek nexweş ya çepgir heye. Ev hemû bermahiyên serdema M. Kemalin. Weke di mînaka Şevket Sureyya Aydemîr de tê dîtin –ev hemû damezrîner û sekreterên partiya komînîstin[1]piştî ku hinek ji wan ditirsîne û qetil dike, yên din jî digirin nav tevgera kadro, paşê jî digirin nav tevgera CHP’ê û van dike îdologên herî baş ên rejîma pergala xwe. Hemû komînîstên din ên dimînin, îdeologên CHP’ê ne. Bi taybet divê ku mirov vê di rastiya tevgera kadro de şênber bibîne. Wê demê hinek îsyanên gelê Kurd hene, sepanek faşîzan li ser wan pêk tînin. Ancex bernameyek komkujiya ku tenê faşist bikarin pêk bînin mijara gotinê ye. Ji bo ku mirov asta wan a faşîst bibîne, ev îsyan dikarin wek mînakek baş bên nîşandan. Û di serî de jî tasfiyekirina derdora wî ya herî nêzîk heye, hema bêje dişibe operasyonên baqijkirina derdorê ya kesayetiyê faşîst. Vaye komarek wisa di şexsê kes de pêk tê. Ev kes jî saziyeke wisa ava dike. Heta dawî şovenîst, mêtinger, zextkar û yek kesî ye. Ji împaratorên Romayê zêdetir xwe wek hêza împaratoriyê rave dike. Vaye dema ku KT’yê ji kesekî wisa re tê hiştin di hemû temenê xwe de teşegirtina xwe dide komarê. Nexwe dê pêvajoya peyre çawa berdewam bike. Mîna bangerekê di ser civakê de biçe, di kesayetiya xwe û ya CHP’ê de hemû civakê bike bêjî. Hinek muxalîf dixwazin rexne bikin, lê ji ber ku hêza wan nîne nizanin rexne bikin. Ya rast em bi bêjîkirina sazî û têgehên hemdem re rûbirû ne. Ev jî bêtir çi bi xwe re derdixe holê? Rastiya mirovê Tirk, rastiya rewşa trajediya ji ya gelê Kurd xirabtir derdixe holê. Hem trajediye û hem jî komedî ye. Rê li ber derketina holê ya kesayetiyên bê esil vedike. Mirovên derewkar, demogog, sextekar û qeşmer derdixe holê. Jixwe di salên 1959’î de bi Înunu re – Înunu bi temamî rewşa berdestiyê raber dike- û piştî salên 1950’î yan serdema Bayer-Menderes despê dike. Ya rast ji vê re, li gorî dema berê dibêjin serdema dij şoreşê, lê ez ê nebêjim şoreş jî. Tevgera Partiya demokrasiyê, tevgerek hinekî xwe li gorî civakê, hinekî jî li gorî pêdiviyên kapîtalîzmê lêguncandinê ye. Em dikarin bêjin piştî sala 1920’an ji nû ve xwe zindîkirina Bizava Komara Terakkî ye. Hinekî nêzîkî komarê ye, lê ez ê nebêjim bi tamamî nêzîke. Hinekî hewl didin li gorî xalên sereke yên kapîtalîzmê bin. Di vê wateyê de ger teqez divê nirxandineke paşverû, pêşverûtiyê bêkirin –li gorî min zêde ne guncawe- piştî salên 1950’î, li gorî beriya salên 1950’î watedare, hinekî din hemdeme, hinekî din li gorî rastiya mirov lêhatinê rave dike. Tu nikarî di nav corê faşîst a kevneşop de jî bi cih bikî. Tu di nav corê komînîzma vê demê de jî bicih nakî. Dibe serdema herî sosret, lewra ya herî xeter, ya ku herî zêde mirov û gelan çelexwarî dike. Dibêjin hîn wê demê M. Kemal, muzîka gelerî qedexe kiriye û gotiye wê mûzîka Rojava bê guhdarkirin. Ew teoriya ziman, teoriya dîrokê derxistiye holê, hewl daye serê mirovan bipîve, li dijberî ol tevgerek pêş xistiye, di vê wateyê de xwe xistiye şûna ol. Vaye ev dem dema bi sosretan dagirtiye. Ma êdî fêda kesekî ewqas bi serê mirovan, bi dilê wan dilîze heye? Lewra hûn êdî baş fêm dibe zarokê komarê zarokekî çawa ye.