NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahûrandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan……
Hûn dibînin, ez astengiya nas nakim û ya pêş dixe jî ev helwest bi xwe ye;
Vekirî dibêjim. Yên dixwazin di bin fermandariya min de şer bikin, tiştên ku dibêjim bi hemû aliyên xwe ve wek me dijmin jî û xwe jî danî holê ger fêm dikin divê bimînin û şer bikin. Ger hûn fêm nakin biçin, tenê rojekê jî nemînin. Ji ber ku evder ne cihekî wek hûn dixwazin lê bijîne. Dev ji nêzîkatiya; “Ez ê lîstok bilîzim, bixapînim û bikar bînim” berdin, ne gengaze hûn vê bisepînin. Qet hewce nake hûn wisa bihizirin, bikin, bixapin û bidin xapandin. Durist bin, rast fêm bikin, bi behremendiyê xwe yê mirovî tevlî şer bibin. Ji bo vê heta dawî pîvanê rêxistinê bisepînin. Qûralê şer heta dawî pêk bînin, di vê de ti astengiya nas nekin. Yê ku dibe asteng ger ez jî bim, min jî bi erdê re bikin yek. Mafê tu kesî ji me nîne ku em li pêşiya şervantiya şer, rêxistina rêxistinger, perwerda perwerdeker astengiyê ava bikin. Hûn dibînin, ez astengiya nas nakim û ya pêş dixe jî ev helwest bi xwe ye. Li gel vê, êdî pirsgirêkek neyê derbaskirin jî nîne. Di gelik dahûrîna de me her tişt pir baş vegot. Bi qasî manîfestoya rêxistinekê, manîfestoya şer, danezana damezrînê vekiriye. Tenê behremendiyek we ya ji rêzê fêmkirinê hebe jî ev kar bi waneyekê dikare bê fêmkirin.
Tenê fîşekek jî be bê ku li hedefê bidim navêjim;
Madem dijmin careke din bi awayekî vekirî û bi şêwazê faşîst ku dema mirov pê difikire jî dikeve nav xofê, xirakirina dîrokê, tarîkirina pêşerojê û ji mirovbûnê derxistinê dike armanc, wê demê li beramberî vê wê tu jî bêjî; “Yên ku min di dîrokê de nekirî ez dê niha bikim, ez ê asoyê mirovê paşeroja wî ewqas hatiye tarîkirin û rojaneya wî hatiye fetisandin vekim. Gelik bextewerim ku, min xwe gihand rojek wisa ya hesab xwestinê.” Azweriya peywira şoreşgerî û nêzîkatî ji peywirê re divê wisa be. Û dîsa “Pir bextewerim ku, min xwe gihand vê çeka azadiyê, xwe gihand van çiyayan. Tenê fîşekek jî be bê ku li hedefê bidim navêjim, heta parçeyek zinar jî rast bikar neyînim ez dê rehet di cihê xwe de ranewestim.” Tu yê gêrîla û artêşê xira nekî, baş bikar bînî, xerc nekî. Wateya tu yê bidî rayê ev e: Ger hûn wisa bin gelo hûn ê kîja erkê ser nexin? Ji we dipirsim: Çima heta niha li ser vê bingehê we xwe pêş nexist? Bi giranî dayîna aliyê meymûnbûyî, xwe ber bi bayê azadiya sexte xistinê çi bi dest xist? Ma hûn hîn jî bawer dikin hûn dê bi van tiştekî bi dest bixin? Bawer dikim ku mafê we yê jiyanê heye, lê ji vê jî bawerim ku bi şerkirinê hûn şayanî jiyana azadin. Lê bi xwedî derketina li hemû qûralên şer û nirxên manewî, ya herî girîng jî hewldana wê serkeftî nîşan bidin, encax hûn wisa bikarin vî mafî bidest bixin û ji xwe re bikin mal. Ez jî ji bo vê jiyanê şer dikim. Pêdiviyê bi rêxistinkirinê dibînim. Dixwazim bi we re di nav têkîliyek rêxistinî de bim. Ger hûnqebûl bikin hewldanek min jî heye û dixwazim vê bi hewldanên we re bikim yek. Têkiliya min bi we hemûyan re misoger di vê çarçovê de ye. Rêbertî ev e. Ne zêde, ne kêm, ev e. Pêwîstî bi zêdekirin û ber bi şîroveyê keyfî ve çûyînê nîne. Wek pêkhateyê hevbeş ê kedê, ramanê hevbeş, pêkhateyê çalakiya hevbeş çi tê xwestin li gorî hêza xwe hewl didim cîbicî bikim. Hûn ne dikarin min wek îlahekî hêza xwe têra her tiştî dike binirxînin, ne jî wek feraseta xwe ya rêxistinî bê qûral û wek rêxistingerekî kêfî fêm bikin. Na, feraseta Rêbertî û rêxistinê, yê têkîliya wî bi ked û hewldanê dibîne û ji bo misoger bibe hêza sepandinê mirovê ji bo erkê her tiştê xwe datîne holê, endamê partiyê ye. Rayeya xwe jî, di asta herî jor de rista rêbertî ya ku jê re hatiye dayîn hewl dide wisa fêm bike û bisepîne. Ma çima hûnê vê wisa fêm nekin û li ser bingeha rast girêdana pêwîst ava nekin?
Fersenda tolgirtina herî mezin a dîrokî derketiye holê;
Ev hemû me ber bi partîbûnê, ber bi şerê wê yê germ dîtinê, vesazkirin, bibandorkirin û temam kirinê ve dibin. Madem li ser havîna pêşiya me pêngavek wisa ya faşîst tê ferz kirin, şerê şoreşgerî ku divê em li ser vê ferz bikin û pêngava me ya gêrîla heye. Ger dijmin qala xwe komkirinek nû, Rizgariya Netewî ya duwemîn dike, ji bo me jî fersenda herî mezin derdikeve holê. Hem jî şerekî hemû jiyana me ya ji niha û şûn de pê ve hatiye girêdan û tê wateya gava wê ya herî girîng. Dema mirov dikeve pêvajoyek nû, digihêjin qonaxên nû û bi pirsgirêkên şer ê vê qonaxa girîng re mijûl dibin, divê bikarin bihêz li pêşerojê binêrin. Ger dijmin ser bixe wê pêşeroj bitemamî bê tarîkirin û rojaneyî jî bê tinekirin. Ger şerê şoreşgerî bi ser keve, bi qasî hêviyên jiyana bi sedên sal hatiye çewsandin, asoya mezin a pêşerojê û jiyana wê ya azad bigihêje bingehekî saxlem. Ji bo wê hûn ê bi azweriya şerê mezin û rastiya xedar bikin û bi ser de biçin. Çawa ku aliyê beramber bi bêmafiya xwe, rizîn û terora xwe ya har bi ser we de tê, wê tu yê jî bi mafdariya xwe, bi zindîbûna misoger mafê jiyanê ye û bi çalaliya pîroz ya şoreşger bibersivînî.