NAVENDA NÛÇEYAN –
Dema yekem ya dibistanan dawî bû. Hemu xwendevanên me ketin bêhndana panzderojan. Lê ji bo ku destpêkirineke hîn bi xurttir çêbibe pewîst dike ku em hem wek mamoste, hem wek malbat û heman demê de herî zêdetir jî wek xwendevan li ser dema borî hizirandin û lêpirsînêke kûr bikin. Bikin ku, kêm û kurtahiyên me çibûn, emê bibînin û wana derbaz bikin.
Ev gelek girînge. Çima? Ji ber ku weke her civakê, ji bo civaka me jî, civan pir girîngin, pêşeroja me ne. Hebûna me û berdevam kirina nijada me ne. Vê rastiye em hemû dizanin. Lê gelo li gorî vê rastiye çiqasî di nava hevldanekedane? Her sal li gorî salên borî, şuna ku hîn baştir û pêşketîtirbin, mixabin mirov xirabuyîneke û paşketinêke dibine. Him di aliye lêgerînên pêşaroja xwe de, him di aliye kesayet de, him di çand û exlaq de, taybet jî di aliye xevn û xeyalên xwe yên azadiyê de geleke levazbûneke, tevizandinêke jiyan dikin. Xwe ber bi bayeke an jî çemêke ku nayezanîn berê wê di kudeye de berdanêke bê armanc heye. Ev jî xeteriyên pir bi mezin di nava xwe de hildigire. Her çiqasî pirsgirêken ciwanan bi malbatan re hatibe parvekirin û rêkên çareseriye hatibin gerandin jî, ev têrê nekir. Tenê di aliye ciwanan de ev pirsgirêk girtina dest de, ji xwe nabe çareserî. Ji ber ku hem wek civak, pergal, malbat, dibistan û di encam de hem jî wek xwendevan bi xwe girtina dest hîn çêtir encamêke xurt bide.
Belê, şart û mercên penabertî bi qasî ku li ser civakê giştî bandor dike, lê herî zêde jî li ser zarokan û ciwanan bandorêke neyînî dike. Ev rastiyekê. Lê em vê rastiyê jî bîrnekin ku, ev revşa heyî di dîroka mirovahiyê de gelek caran hîn bi êştir jî hatine jiyankirin. Mînaka herî mezîn ku Rêber APO di paraznameyên xwe de berfirehî jî vekiriye, revşa yahudiyane. Bi hezaran salan çar aliyên cîhanê re hatine belavkirin, qirqirin û qatlîaman re hatine derbazkirin. Lê, tû carî hevî û xeyalên xwe yên pêşeroja xwe, yên paşeroja xwe qut nekirine. Her bi armanca ku rojêke wê bizivirin le ser xaka xwe hevî û xeyalên xwe di zarokên xwe de dane mezin kirin û dane jiyankirin. Tu carî xakên xwe yên pîroz yani welatên xwe bîrnekirine û zarokên xwe li ser vê welatparêziyê mezin kirine. Her mirov hevî û xeyalan ji bo kesayeta xwe çêdike. Ev naye vê wateyê ku, ji vê zêdetir edî nikare. Na, hevî û xeyalên kes jî bi heman demê de ji bo armanca piroz ya netew be gerek. Encax wê demê dikare bibêje ez heme, ez serkeftîme. Ji ber ku hemu zindî li ser koka xwe encax dikare bi tendurustî jiyan bike. Giyayêk jî li ser koka xwe şîn dide. Hele, ev rastî ji bo mirov û civakan hîn bi watedar derbaz dibe.
Çima vê mijarê girîng dibînim. Ji ber ku di me da tiştêke ku beravajî diçe dibînim. Pir demên dirêj nîne ku em penaberin. Hîn di nava tekoşînêke pir bi dijwar de ne. Demên geleke dîrokî re em niha derbaz dibin. Her kes li ser me plansaziyan çêdike. Lê di civanên me de qet ev hewa nîne. Tû dibêjî qey di nava şart û mercên pir asayî de jiyan dikin. An jî tû pirsgirêkên me yên hebûn-tûnebûnê nînin. Ez behsa erîşên li ser wargehê û bandorên çandên cur bi cur yên xeter jî nakim. Em wana her tim tînin ziman. Lê beramberê wan hevî û xeyalên ku di zarokên xwe de, armancên ku di wan de em didin jîn kirin çiqasin. Çiqasî bi bandorin.
Xala ku hîn zêdetir bal dixwazim bikişînim li ser eve: xwendevanên me de hevî û xeyalên ku rojeke bigîhîje axa xwe yani gundê xwe, pir lewaz e. Welatparêziya xwe tenê li ser ziman deye. Dibêje Kurdîstan, lê beriya wê pewîst dike, hîn zêdetir eşqa gundê xwe, bajarê xwe, navçeya xwe û herêmê xwe jiyan bike. Her tişt gav bi gav mezin dibe. Û bi kok dibe. Yê din bi gilover, hewa dimîne. Malbat di vê xalê de pewîst dike ku, erkê xwe bi cîh bîne. Bi çi gotinkî dibe, bi çi wêneyan dibe, bi çi çîrok û serpêhatiyan an jî bi stranan dibe, lê pêwîst dike ku her malbat bi zarokên xwe li ser vê kokê bilind bike. Ger ev bi xurtî çêbe, her çiqasî bayên dijwar yên biyanî bên jî, nikarin civanên me bêexînin. dapîr û bavpîrrin me wek dîrokên ku jiyan dikinin. Di her xetên ku rûyên wan an ji eniya wan de heyî, di encama dersa ku ji jiyanê girtine de çêbuye. Ya girîng eve ku emê çiqasî şarezane di xwendina wê de.
Lê mixabin, xwendevanên me de, maneviyatê zêdetir maddiyat bi bandorkere. Hîn dibistan xilas nebûye, bi heviya çundina kar û pereyên ku qezenç bike jiyan dike. Ev jî ezezîbûneke, kesayeteke seranser û berjivendîparêz di kesayet de pêşdixîne. Gelo ev revş, ji xwe ve di civanan de pêşdikeve. Na, ez bavernakim. Di encama nêzikatiyên me de çêdibin. Mamoste bigire, taybet di malbatan de ji ber ev nêzikatî hene û ev jî wan dibînin, di encam de wê nêzikatiyê mînak digirin. Dibe ku ev jî pewîstiyêk be, bes ji bo xwendevanêke ya pewîst eve ku destpêke erk û berpirsiyariyên xwe cîh bîne. Xwendevan navê xwe li sere, pewîst dike ku bixwîne, lêkolîn bike, pê tiştên nû bi coş û birsî biçe. Lê ev çand pir pir kemê. Weke ku bibêje, hema nîne. Ev erdnegariya wir ya ku zuhaye, hişke, wek çole; li ser hizir û raman û hêstên mirov bandoriyêke mezin dikin. Hevî û xeyalên mirov hişk dikin. Ji ber vê sedemê, berê mirov her li deşt û çiyayên xwe, çem û kanîyên xwe, çiya û baniyên xwe be, yani welatê xwe be.
Ger hevî û xeyalên zarokên me de levazbûn heye, wê demê tê wê wateye ku, me ji bo wan qadek û bingehêke xurt neafirandiye. Her mirov bi qasi xeyal û heviyên xwe dikare encax gav bavêje û mezin bibe. Ji bo vê jî asoyeke fireh û pêşî lê vekirî pewîste. Ji bo vê jî hevî û xeyalên zarokên xwe bi pênç quruşan re qurban nekin. Rêk û xetên pîroz durneyexînin. Vînêke azad di wan de pêşxînin. Ne bi tirsandin û tûndî, bi vêrektî û qanekirinê, bi zarokan re dane fêrkirin pir girînge. Tûndî di kesayet de şikandinê pêk tîne. Dibe ku bi malbatê re serî bitevîne, lê ev tê wê wateye ku ji her kesî re jî wê serî bitevîne. Gelo, kîjan malbat di zarokên xwe de kesayetêke wusan ku sertevandiye wê bixwaze!! Na. Lê wê demê, rêbazên ku em bi karbînin, pewîst dike k udi dem dirêjahî de wê bi xwe re çi encam derdixîne, emê vê bizanin û li gorî wê nêzbibin. Ev rêbazên tûndî jî di zarokan de hevî û xeyalan dikuje. Bi destên xwe hevî û xeyalên zarokên xwe nekujin.
Bila her zarok pê rengên xwe yên keskesora/ê xwe de bi qasî xeyalên xwe azad û bi qasî heviyên xwe yên mezin de biçe… Wekî stêrkên ku li ezman, şevên tarî de rêka me ronî dikin, civanên me jî, di heman wateyê de pêşîya netewa xwe ronî bikin.
Ji pênûsa Bêri Dersimî