NAVENDA NÛÇEYAN – Navê şehîd Helmet ya rastî Diyar Xerîb Mihemed Resûl e. Ber sibehekê meha Nîsana 1973’an li gundê Sêwsênan a navçeya Qeredax çavê xwe li dinê vedike. Navî wî kirin Diyar ji bo diyariya Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd e. Navê dayîka wî Sediye Nazim Mihemed e, bavê wî jî Xerîb Mihemed Resûl e. Malbatekî naskirî ya navçeya Qeredax a bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê ye. Şehîd Diyar zarokê çaremîn ya malbatê ye.
Diyar Xerîb di sala 1980’an li gundê xwe dibistana seretayî dixwîne û temam dike. Dayîka Şehîd Diyar Xerîb li ser xwendina wî wiha dibêje; ‘Ji ber ku xwendekarekî zîrek bû, di xwendina xwe ya dibistana seretayî de bi serketî bû û di rêza yekem de bû û herdem xelata yekemîn digirt. Her wiha di asta perwerdehiyê ya dibistanê de jî yekem bû. Ji derveyî xwendina dibistanê şehîd Diyar li hucreyê jî dixwend, li vir jî xwendina xwe serketî qedand.
Hê di temenê biçûk de Diyar Xerîb di nava hevalên xwe de kesekî pêşeng bû. Di temenê ciwan de dest bi xwendinê dike û dikeve pey zanist û lêkolînkirinên di hemû warê jiyan û bi taybet li ser dîrok û dîsa dîroka gelê Kurd.
Piştî temankirina dibistana seretayî ji gund bar dikin tên Silêmaniyê. Li Silêmanî jî xwendina xwe ya navîn diqedîne û sala 1991-1992’an ji bo xwendina zanîngehê diçe bajarê Hewlêr li Beşa Fîzîk Koleja Zanist a Zanîngeha Selahedîn dixwîne. Piştî Raperîna sala 1991’an û Korew dîsa şehîbûna birayê wî Dilêr ê di çeperên bergiyê de, ji bo Diyar Xerîb dibe sedemê çerx û qonaxekî nû. Dikeve nava lêkolîn û lêgerînekê ya rewşa gelê Kurd û çareseriya doza rewa ya gelê Kurd.
Di destpêka salên 90’î de, li gel bîr û baweriya PKK, Rêber Apo nas dike. Bi taybet salên ku li Hewlêr li zanîngeha Selahedîn dixwed baştir bîrdoziya azadiya PKK û ramanê Rêber Apo nas dike. Di pêvajoya xwnedinê de tim bi wêjeya raman û siyaseta Rêber Apo û PKK’ê gotûbêj germ li gel hevalên xwe dikir û her ku diçû lêgerîna wî ya azadîxwaziyê zêdetir dibû.
Di sala 1997’an li gel komekê diçe seheyaSerokatiyê û bi dîtina wî pir kêfxweş dibe. Li seya Rêber Apo heval Helmet bi coş û xuroşekî mezin tevlî perwerdehiya serok dibe. Bi nirxandin û dahûrandinên dike di serî de bala Rêber Apo û hemû hevalên din dikişîne û ji bo wan dibe hêviyeke mezin.
Li ser vê yekê Rêber Apo ji bo Şehîd Diyar Xerîb wiha dibêje; “Tu dikarî pêşengayetiyekî mezin bikî, weke ciwanekî tu dikarî barê giran ê têkoşînê bigirî ser milê xwe. Tu yek ji wan ciwananî ku cewherekî li gel heye û dikarî vî cewherî bikî hêz, erkê rêberî û pêşengtiyê bigirî.”
Piştre li gel komê ji seheya Serokatî vedigere. Di sala 1998’an de wek kadroyekî perwerdekar û rêveber li perwerdehiya şervanên nû de li ser fikir, siyaset û exlaqî şoreşgerî perwerdehî dide şervanên nû û şervanan ji bo têkoşîna mezin amade dike.