NAVENDA NÛÇEYAN – Berdevkê Ragihandina Hêzên Sûriya Demoqratîk (QSD) Ferhad Şamî derbarê avabûna şoreşa Rojavayê Kurdistanê, rol û girîngiya ciwanan di nava şoreşê de ji ajansa me re axivî. Ferhad Şamî diyar kir ku yek ji lingên esasî ku cihê xwe di nava vê şoreşê de girtî ciwan bûn, ciwanan di her qad û cihê de pêşengtî kirin. Ferhad got; “Di demên destpêkê de gelekî xeterî hebûn, kesî nedizanî ku wê çawa li pêşiya vê pêvajoyê bigire, lê ciwanên şoreşger bêyî ku dudilî jiyan bikin, di xeta xwe pêş de cihê xwe girtin. Ji ber vê jî şehîdên destpêkê ku hatine dayîn hemû ciwan bûn, ciwanên şoreşger bûn.”
Bi temamî axaftina Berdevkê Ragihandina Hêzên Sûriya Demoqratîk (QSD) Ferhad Şamî wiha ye;
“Niha hertim di nava civakan de pirsa rola ciwanan dibe, ciwan kîne xwedî rol û misyoneke çawa ne, yanî nîqaşên hem li ser ciwanan, siyasetê û şoreşê her tê kirin. Heya li hinek welatan dibe mijarê nakokiyê ku çînekeî desthilatdar û çînekî din ya ciwanan, lê belê li Kurdistanê rewş cuda ye. Bi taybetî dema mirov vegere destpêka şoreşê wê demê herkes bi nêrîneke cuda li ciwanan mêze dikirin. Weke mêze kirinekî bi vê rengî ciwan bê displînin, ciwan nikarin siyasetê bikin bê rêgezin. Heta di hinek cihan de dihat gotin ku ciwan ji bo desthilatdariyê şer dikin. Li hemû dewletan ciwan wekî zirxê li pêşiya desthilatdariyê tê bikaranîn. Bi taybetî li Sûriyê Rêjîma BAIS ji bo desthilatdariya xwe bidomîne ciwan li beramberî civakê bikar dianî. Ciwan tenê wekî esker û çavkaniyên dewletê dihatin bikaranîn, wekî ku ew zarokên BAIS’in mezin dikirin. Lê belê şoreşa ku li Rojavayê Kurdistanê pêkhat nêrîn di derbarê ciwanan de hat guhertin, heta li hinek welatê Ereban bi taybetÎ li Tûnis, Misir û Yemen ciwanan karîbûne wan nêrînên şaş li ser xwe bugherînin. Lê dîsa jî ev dewletên hegemon, desthilatdar naskirin yê ku guhertinan ji civakê re pêkbîne, ciwanin ji ber vê xwastin û her dixwazin ku ciwanan bixin bin destê xwe.”
“Em bala xwe bidinê li Tûnis yê ku çirûska azadiyê pêxistibû ciwan bû, li Misir yên ku daketin kolanan ji bo ku guhertin çêkin ciwan bûn. Li Sûriyê jî yekemîn tevgerê ku destpêkirin tevgerê ciwanan bû. Li Himisê, Dera û Hemayê koordînasyona ciwanan avabûn. Lê belê ji ber ku hêz, tecrûbe û siyaseta wan ciwanan tune bû, dîsa ketin bin xizmeta sîstemê û dewletê ew ji bo xwe bikaranîn. Di encamê de ev tevgerê ciwanan bi binketin heya bûn wek êşekê li dijî gelê Sûriyê.”
“Ciwanên Rojavayê Kurdistanê bi taybetî ciwanên Kurd di nava wan de ciwanên tevgera azadiyê xwedî cudabûnekê bûn, ji ber ku berê jî her ciwanên Kurd pêşengtî kirine, xwedî siyasetin. Bûn mînaka civakên ku bi hêza xwe rê li ber êrîşên dewletên dagirker girtin. Ciwanên Rojavayê Kurdistanê îro bûne mînaka herî zelal û paqij ya tevahî ciwanên Rojhilata Navîn. Ji ber vê jî îro li ser ciwanan li Rojava êrîşekî taybet ya tunekirinê hatî destpêkirin. Heya niha jî di nava civaka Kurd de êrîşên bi vê rengî di şexsê ciwanan de bê navber dewam dike.”
“Dema ku Tevgera Ciwanên Şoreşger di nava şoreşê de hatî ava kirin, armanca wê ew bû ku ciwan civaka xwe bi rêxistin bikin û zana bikin. Ji ber vê yekê di salên 2011 û 2012’an de kar û barê ciwanan zêde bû. Helbet ew dem kêmek zehmet bû, ji bo ku hîna destpêka wê bû. Piştî wê hêdî hêdî saziyên xwe yên din jî ava kir. Lê belê dîsa jî hertim yên ku pêşengtî kirine ciwan bûn. Bi riya hewldanên ciwanên gelek sazî hatin vekirin û bi rêxistin kirin. Bi riya ciwanên şoreşger axên vî welatî hatin parastin.”
“Di demên destpêkê de gelekî xeterî hebûn, kesî nedizanî ku wê çawa li pêşiya vê pêvajoyê bigire, lê ciwanên şoreşger bêyî ku dudilî jiyan bikin, di xeta xwe pêş de cihê xwe girtin. Ji ber vê jî şehîdên destpêkê ku hatine dayîn hemû ciwan bûn, ciwanên şoreşger bûn. Di sala 2012’an de li Serêkaniyê yên ku bi rihekî fedayî li hember Artêşa Azad li berxwe dane ew ciwan bûn. Çeteyan bawer nedirin ku wê karbin, li hember van ciwanan bin bikevin. Ji ber ku digotin ev ciwan hemû biçûkin. Lê belê şerê me ne şerê temen bû, şerê îrade bû. Kesê ku dihatin li hember ciwanan şer dikirin hemû çeteyên temen mezin û bi tecrûbe bûn. Di saziyên leşkerî de 12000 şehîd hene, nîvê van şehîdan ciwanin. Ciwan xwezayî bi erka xwe radibin û welatê xwe diparêzin. Ciwan bê hesab û bê tirs bûn, tenê li ser pêşxistina şoreşê difkirîn. Ciwan bûn yek ji saziyên herî paqij yên vê şoreşê. Di saziyên Çand û Huner, YPG, YPJ û YXG’ê de hemû ciwanan pêşengtî kir. Ji ber vê jî hêzên desthildar ciwanan ji bo xwe wekî xeterî dibînin. Mirov dikare bêje ku dema dewleta Tirk li Kobanê cihê Tevgera Ciwanên Şoreşger daye, ji ber vê yekê ye.”
NC// Îlan Kobanê