NAVENDA NÛÇEYAN – Dema şoreşa Sûriyeyê dest pêkir, gelên Sûriyeyê ji bo azadiya xwe di Adara 2011’an de rabûn ser piyan. Di wê demê de gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê jî ji bo raperînekê li dijî Rêjîma BAIS amade bû û eşqa jiyaneke azad pêşengtiya şoreşê li Rojavayê Kurdistanê hate kir. Piştre bi pêşengtiya ciwanan piraniya herêmên Rojavayê Kurdistanê ji Rêjîma BAIS hatin rizgar kirin û dest bi avakirina sîstemeke demokratîk û azad kir. Li ser vê bingehê mirov dikare bêje ku şoreşa 19’ê Tîrmehê encama têkoşîna salan ya Tevgera Azadiya Kurdistanê bû.
Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku çirûska wê di sala 2012’an de li bajarê Kobanê hate vêxistin, di nava wan salên de heya roja îro li ser astên leşkerî û siyasî serkeftinên mezin bi dest xwe ve aniye. Şoreşê ber bi demokratîkbûnê û avakirina sîstemeke xwaser ve dibe. Di heman demê de yên ku ji vê şoreşê re pêşengtî kirine û şoreş gihandine roja îro ciwan û jinên ciwan ên şoreşgerin. Ciwanan di avakirina YPG/YPJ û Saziyên Xwaser de rolekî girîng lîstine.
Li ser vê bingehê yek ji avakarên Tevgera Ciwanên Şoreşger ya bajarê Kobanê, ku di sala 2012’an de hatî avakirin jina ciwan ya bi navê Rodîn Kobanê behsa pêvajoya avabûna şoreşa Rojava û di nav de rola ciwanan dike. Rodîn Kobanê destnîşan kir ku ji dema avabûna şoreşê heya niha ciwan her bi rihekî fedayî cihê xwe di xeta pêşengtiyê de girtine û got; “Di navbera salên 2012 û 2014’an de xebatekî herî xort hate meşandin. Bi rihê ciwantiya şoreşger hemû qalibên ku ser jinên ciwan û tevahî ciwanan hatî ava kirin, hatin şikestandin.”
‘Di demên destpêkê de, di nava ciwanan de rih û hezkirinekî cuda hebû’
“Em niha li pêşiya Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger ya ku di sala 2012’an de hatî avakirin in. Di vê navendê de bîranînên kevin û xort hene. Di destpêka şoreşa 19’ê Tîrmehê de ciwanan bi rihekî fedayî ji vê derê de dest bi xebata xwe rêxistinkirinê kirin. Di dema şoreşê de herî zêde ciwan li vê derê kom dibûn. Me di vê navendê de destpêkê xebatên hunerî û perwerdahî bi pêşxist. Me di nava xwe de êrîşên dagirkeriyê yên Rêjîma BAIS û DAIŞ’ê ve nîqaş dikir. Li hember wê jî heman demê de me nîqaş dikir ku çawa weke ciwan cihê xwe di nava vê şoreşê de bigrin û li hember van êrîşan li berxwe bidin. Di demên destpêkê de di nava ciwanan de rih û hezkirinekî cuda hebû, dema kesekî karek dikir hemû diçûn gel wî. Armanca wan jî ji vê yekê ew bû ku xwedî li xet û xeyalên şehîdan derbikevin.”
‘Di navbera salên 2012 û 2014’an de xebatekî herî xort hate meşandin’
“Me di vê derê de tabûrên xwe yên leşkerî jî ava kirin, heman demê de aliyê rêxistinî de jî me di vê derê de dikir. Di dema Rêjîma BAIS de ciwan di hundir mala xwe de, hatibûn tepisandin, kesekî ku wan rabike ser piyan û wan şiyar bike nîn bû. Lê piştre me êdî dest bi xebata rêxistinkirinê kir û me ciwan yek bi yek anîn vê derê ew perwerde kirin. Piraniya hevalên ku di vê navendê de jî mane, di dema berxwedana Kobanê de gihîştin şihadetê. Dema mirov li van bîranîna jî mêze dike, êşekî dikişîne, heman demê de cihê ser bilindiyê ye. Di navbera salên 2012 û 2014’an de xebatekî herî xort hate meşandin. Bi rihê ciwantiya şoreşger hemû qalibên ku ser jinên ciwan û tevahî ciwanan hatî ava kirin, hatin şikestandin.”
‘Ji bo ku her Kurdek xwe nasbike û xwedî li Rêber Apo derbikeve, me xebatên rêxistinkirinê dabûn destpêkirin’
“Piştî ku hejmara jinên ciwan li navendê zêde bû, cihê wan jî xwaser û xebatên xwe yên xwaser destpêkirin. Bi ciwanên din re wan jî cihê xwe di nava xebatên hunerî de digirtin. Piştî van xebatên esasî ku me dabû destpêkirin, me tabûrên veşartî dan ava kirin. Wê demê YXG’ê hate ava kirin, ciwanan jî cihê xwe di nav de girtin. Piştî wê YPG û YPJ’ê hate ava kirin, me wê demê tabûr tabûr amade dikir û ji bo YPG û YPJ’ê dişand. Bi giştî me ciwanan cihê xwe di nava her xebatê de kir û me ji her derê re pêşengtî kir. Heman demê de ciwanan cihê xwe di nava tevgera azadiya Kurdistanê de jî cihê xwe girtin. Wê demê de jî jinên ciwan xwe bi her awayî bi rêxistin dikirin, da ku karbin xwe bighînin her jinekî ciwan ku ew jî cihê xwe di nava şoreşê de bigrin. Ji derveyî wê xebatên me yên veşartî jî hebûn, wekî koma dîlanê me nedikarîbû wê bi awayekî vekirî bikin. Ji ber vê jî me ew bi awayekî veşartî di nava malan de dikir. Her wiha dema ku em diçûn nava malan de me karê xwe dikir, me gel jî rêxistin dikir. Ji ber ku gel û ciwan girêdayî hevdu ne. Me bi herdu aliyan dixwast civaka Kobanê bi giştî rêxistin bikin. Ji bo ku her Kurdek xwe nasbike û li hebûna xwe xwedî derbikeve, heman demê de li Rêber Apo û keda ku daye jî xwedî derbikevin. ”
‘Di Kobanê de tu carî lekeyên berxwedanê winda nabin’
“Ev gunda Gumrîkê ku niha em li wirin, cihekî nêzî sînore. Li vê derê jî şerekî giran rû da, li hember wê jî berxwedanekî bê hempa hate kirin. Li ruxmî ku çeteyên DAIŞ’ê di vê derê xwe bi awayekî xort bi rêxistin kiribûn, eniyên xort dabûn ava kirin, lê dîsa jî nikarîbûn li ber berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê xwe bidomînin. Dema ku mirov behsa kêliyên şer yên vê demê ya li vê derê dike, yekser hevalên ku gihîştine asta şihadetê tê bîra mirovan. Ew şihadetên ku li vê derê hatine dayîn, mirov nikare hêsan behsa wan bike. Ji ber ku gavên em davêjin bi saya xwîna wane. Di vê kolanê de darek hebû, li ser wê darê çeteyekî DAIŞ’ê ku çekê Segman di destê wî de bû hebû. Lê belê bala kesî nekişandibû ku çeteyek bi çeka Segman hevalan dişopîne, di encamê de gelek hevalên me bi vê rêbazê gihîştin şihadetê. Piştî wê heval yekser pê hesiyan û ew di wê derê de tune kirin. Di vê derê de tu carî lekeyên berxwedanê winda nabin, ji ber ku hertim ev der bûye cihê berxwedanê. Yek ji fermandarên vî şerî jî şehîd Gelhat bû. Heval Gelhat bi rihekî fedayî şer dikir, li ser destê wî gelek çeteyên DAIŞ’ê jî hatin kuştin, yên ku nikarîne bimînin jî çekên xwe dayînan û ber bi sînorên Tirkiyê ve reviyan. Bi riya wê sînorê gelek kes reviyan, lê piştre ew sînor jî kete destê şervanên YPG û YPJ’ê. Herî dawî jî berxwedana şehîd Ebû Leyla jî li vê derê derket pêş û ji her kesî re bû mînak. Ev berxwedanî hemû nîşan didin ku kes nikare îradeya şervanên YPG, YPJ û QSD’ê ve bişkîne. Ji ber ku xwe li ser fikr û ramanên Rêber Apo perwerde dikin. Dewleta Tirk û çeteyên dagirker ve dixwastin, Kobanê bi dest bixin, ev plana wan ji bo wan bû xewn û xeyal. Wekî derbekî giran li hemû hêzên dagirker ket. Emê tu carî berxwedana wan şehîdên xwe ji bîr nekin. Ewê hertim wekî xewnekê ku nayê ji bîr kirin, di ber çavên me re derbas bibin. Emê jî weke Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan hertim ji bo pêkanîna xeyal û armanca wan şehîdan û doza wan li berxwe bidin.”
NC// Îlan Kobanê