ÊLIH – Gerîlaya YJA STAR’ê Kûmrû Çetînkaya (Raperîn Devrîm) di 4’ê Tîrmehê de li Çiyayê Kato yê li navçeya Elkê ya Şirnexê di şer de gihîşt şihadetê. Cenazeya şehîd Raperîn Devrîm li Êlihê hate veşartin.
Cenaze ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hate wergirtin û piştre bi merasîmeke girseyî birin Goristana Korikê ya li navenda Êlihê.
Lê belê polîsên faşîst yên Tirk ku dor li goristanê girtibûn nehiştin ku girseya gel biçe goristanê, tenê destûr dan malbatê. Ji ber vê astengiyê girseya gel li ber goristanê rawestiya. Piştî bicihanîna erkên olî cenazeyê Şehîd Raperîn Devrîm serê sibehê hate veşartin.
Malbat wê li mala xwe ya li taxa Korikê serdanên sersaxiyê pêşwazî bike.