MEXMÛR – Li gorî agahiyên bi dest ketine, balafirek bêmirov a biçek a dewleta Tirk dagirker li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li malekê dan.
Li ser encamên bombardûmanê heta vê kêliyê agahî bi dest neketin.
Tê payîn ku Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargehê Mexmûrê li ser mijarê daxuyaniyê bide.
Hêjayî gotinê ye ku îro şandeyeke leşkerî ya paye bilind a Iraqê serdana navçeya Mexmûr kir. Li gorî ragihandinên Iraqê di şandeyê fermandarê Giştî yê Artêşa Iraqê, Fermandarê Operasyonên Hevbeş, Feramndarê Hêzên Hevbeş û gelek fermandarên di rûtbeyên cûda de serdana Mexmûrê kirine.