NAVENDA NÛÇEYAN –
Kapîtalîzm lingê esasî û yekemîn ya sîstemê ye, û cihekî wê ya diyar û mezin di nava koka sîstemê de heye. Ev sîstema hov ji dîrokê de her dixwaze civakbûyînê û dîroka mirovahiyê bixe nava qefesekê de, ji ber ku kapîtalîzm xwe di nava dil û mejiya sîstemê de daye helandin, êdî bûye aqil û hêza sîstema heyî. Tiştê herî balkêş ewe ku kapîtalîzm dixwaze bi hemiyan bide bawer kirin ku ew hêza çareseriya pirsgirêkên heyî ye, halbûkî hemû pirsgirêk bingeha xwe ji kapîtalîzm digirin, ma ne kapîtelîzm bi destê xwe civak xiste vê rewşê de. Mirov dikare di milekî de jî bibêje yê ku bûye sedema mezinbûn û pêşxistina kapîtelîzmê civak bi xwe ye, ji ber ku piraniya civakê herikîn nava bajaran û bi vê awayî rihetî ji kapîtelîzmê re dan avakirin, niha jî di nava van bajaran de çînatiyên pir zêde bi pêşketine, ji bo wê jî saziyên civakî yên ku xwe bi rêxistin dikin, xwe wek saziyên dewletê saz dikin, ji bo wê di nava xebatan de hîn jî tam sererastiyek tuneye. Di dîrokê de dema ku kapîtalîzm bi pêşketibû, ewqas xwe bi bador nekiribû û civak nexistibû bin bandora xwe, dibe ku tenê beşek biçûk ji civakê xistibe bin kontrola xwe yan jî nekiribe ev jî tam ne diyar, lê em niha meyîze bikin emê bibînin aqil û ruhê ku kapîtalîzm di mirovan de avakirî tiştekî pir balkêşe, bi taybet jî bi riya teknîk û teknolojiyaya ku di van salên dawiyê de bi pêşxistî xeteriyek pir mezin li ser mirovan daye avakirin. Bi vê sîstema xwe ya qirêj re tevahî nirxê gel, civakê û hemû nirxên manewî û madî yên çandî bin pêkirine. Kapîtalîzm bi va teknolojiya xwe ne tenê civak xistiye bin hukmê xwe û pê dilîze, xweza jî wisa lê kiriye ku êdî jiyan lê nabe, dijminatiya herî mezin li dijî ekolojiyê dike, ger demê ekolojî jî bê kuştin wê demê jiyana mirovan jî tê kuştin.
Kapîtalîzm bi xwe sîstemek pir tevlîheve, çiqasî jî marksîst bi îdea bû, ji bo dahorandin û tespît kirina sîstema kapîtalîzmê lê dîsa jî encamên xort dernketin pêş, ji ber ku şêwazê wan yê rexnekirinê ji çarçuveya çînyatî dûrneketiye, eynî demê de kesê ku rexneyê xwe di çarçuvek wisa deng de bike tabîkî xwe nagihîne analîzên xort. Ya girîng ewe ku mirov bizanibe pêvajoya me ya roja îro hemû li gor sîstema modernîteya kapîtalîzm hatiye eyarkirin û bi rêxistin kirin, bi vê awayî ew rihê civakê yê berxwedêr û têkoşer daye kuştin.
Nucan Serdoz Nivîsandiye….