KOBANÊ – Ji sala 1999’an de li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tecrîdekî girankirî ya bê eman tê meşandin. Ji bo wê jî parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi mewkîlê xwe re bê navber serlêdanan dikin. Lê belê her carê hewldanên parêzeran bê bersiv tê hêştin. Li ser vê bingehê ji aliyê gelê Kurd û dostên wê ve jî xwedî derketina li Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û çalakiyên şermezarkirina tecrîdê bê navber dewam dikin.
Ji bo vê jî îro li herêma Firatê, di pêşengtiya Saziya Malbata Şehîdan de, ciwan li dijî tecrîda ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan meşiyan.
Meşa ku ji Qada Jina Azad dest pêkirî, heta Qada Şehîd Egîd bi silogana “Bijî Serok Apo” berdewam kirin. Ciwanan di meşa xwe de wêne û alên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan rakirin.
Piştî ku meş gihîşt Qada Şehîd Egîd, bi deqeyekî rêzgirtin ji bo bîranîna tevahî şehîdên Şoreşa Kurdistanê, dest bi daxuyaniya xwe kirin. Daxuyaniya ku li ser navê Ciwanên Saziya Malbatên Şehîdan hatî dayîn, ji aliyê Ocalan Mela Xelîl ve hate xwandin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku dîroka Kurdistanê dîrokekî bi qehremanî û fedakariyê hatiye xêzkirine û gotin; “Dîroka me bi xwîna şehîdan hatiye nivîsandin. Emê di wê riyê de ji bo tolhildana tevahî şehîdan têkoşîn bikin. Îro dewleta Tirk ya dagirker çawa ku li hember berxwedana gerîla têk çûye, wê li hember berxwedana gel jî têk biçe. Emê heya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîn bikin û li berxwe bidin.”
Herî dawî ciwanan diyar kirin ku wê ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ya fîzîkî, ji têkoşînê re pêşengtiyê bikin.
Çalakiya ciwanan bi berzkirina siloganan bi dawî bû.