RIHA – Nobeta malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 485’an de berdewam dike. Malbat di saetên serê sibê de ji mala xwe ya navçeya Pirsûsê hatin pêş Edliyeya Rihayê û li pêş Edliyeyê dest bi nobeta xwe kir.
Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal de Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, Navenda Giştî ya AKP’ê, Serokatiya Rihayê ya AKP’ê û Walitiya Rihayê etiket kir û ev peyam parve kir: “Nav: Emîne Şenyaşar, Temen: 66, du kurên wê û hevjînê wê li nexweşxaneyê hatin qetilkirin. 4 salin di dozê de biryara veşartî heye. Kurekî wê 4 salin di hucreyê de ye. Dozgerên her roj li ber dayîkê re derbas dibin, wê di cejnê de destên dayikên xwe maç bikin!”