NAVENDA NÛÇEYAN –
Kapîtalîzm xwe wek fikir di navenda Ewrupayê de bi rêxistin dike û bi pêşdikexe, di nava sedsala 16-18’an de bû pergala sereke ya aborî û bazirganiyê. Lê ya rast ewe ku mirov derketina sîstema kapîtalîzmê bi derketina sîstema xwedayan re pênase bike, ji ber ku her du sîstem jî li ser heman zihniyetê bi pêşdikevin.Dema ku mirov li dîrokê meyîze bike wê bibîne ku ev zihniyeta kolekirina jin û civakê ji demê derketina xweda-rahîban de destpêkiriye û xwe heya roja me ya îro bi kapîtalîzmê re didomîne, heta bi kapîtalîzmê re koletiya jin û civakê hîna kûrtir bûye û xeteriyên wê zêdetir bûye, mirov dikare di vê mînakê re fêm bike ku girêdanek di navbera rastiya qral-xweda û kapîtalîzmê de heye.
Şiroveya Şehîd Qasim Engîn ya derbarê kapîtalîzmê de
“Kapîtalîzm li dijî civakbûyînê ye”
Ji bo kapîtalîzmê pênaseya “Bi gotina herî sivik, kapîtalîzm belavkirina civakîbûnê ye, sîstema atomîzekirina kesayetan e. Lewma êriş û metirsiya herî mezin a li ser civakîbûnê ye ku mirovan ji nirxên herî bingehîn vedigire.Mirovahî bi civakîbûnê heye. Civakîbûn jî hevkarî ye. Fransayî ji vê yekê re jiyana komîn, yan jî komînal dibêjin. Gotina komînîzmê jî ji hevkarî, komî, jiyana bi hev re tê. Di zimanên Arî yan jî Îranî de kom hevkarî ye, civakî ye. Dibe ku gotina komîn û komînîzm a Fransî ji vê çavkaniyê hatibe. Her kes li ser hemfikir e ku bêyî kombûnê mirovahî nekarî xwe bigihîne vê serdemê. Bi kombûnê mirovahî hebû û gihîşt vê serdemê. Kapîtalîzm jî antî-kom e. Kom hebe, kapîtalîzm nîne, kapîtalîzm hebe kom nîne. Lewma kom û kapîtalîzm li hev nayên. Kapîtalîzm ji bo dest li komê yan jî civakê werde, divê wê ji hev belav bike. Komê çiqasî karibe belav bike ewqas jî komê dikare veguherîne şexs, ew jî serketina kapîtalîzmê nîşan dide. Ev yek jî êrişek li dijî cewhera civakîbûnê ye.”
Nucan Serdoz Nivîsandiye….