NAVENDA NÛÇEYAN – Heval Baran Mawa li Mêrdînê ji dayîk bûye. Di sala 2003’an de di temenekî ciwan de cihê xwe di nava refên têkoşîna azadiyê de girt. Ji ber ku di wê zanabûnê de bû ku divê li dijî faşîzma Tirk tiştek bê kirin. Heval Baran ku ji sala 2003’an û vir ve di nava xebatên ciwanan de cih girtî, bi salan xebatê rêxistinkirina ciwanan da meşandin. Piştî wê jî derbasî hêzên çalakiyê yên gerîla dibe.
Di avakirina şoreşa Rojava de xwedî bandoreke girîng bû û weke fermandarekî di Berxwedana Rêveberiya Xwaser ya Bakurê Kurdistanê de cih girt. Têkildarî berxwedana bajaran ku di sala 2015, 2016’an de li Bakurê Kurdistanê pêk hat jî wiha got;
“Ev pêngava herî berfireh a dîroka têkoşîna me ye, hem di dîroka têkoşîna me de pêngava herî dijwar e û hem jî pêvajoyeke ku destkeftiyên wê pirin. Emê hewl bidin bi qasî ku pêkan rave bikin. Nizanim dê çiqas têrker be. Ango, bi rastî girînge ku mirov tevahî ziraviyên vê berxwedanê vebêje, ronîkirina vê pêvajoyê girîng e. Ji ber ku pêvajoyeke ku hem gelek destkeftiyên wê hene hem jî pêvajoyek pir dijwar e. Divê ev pêvajo were nas kirin. Di têkoşîna şoreşê de qonaxeke pir girîng, têkoşîna şoreşa me ya bakurê Kurdistanê ye. Eger em vê pêvajoyê baş fêm nekin, ne dikarin pêvajoyên piştî wê û ne jî rewşa xwe ya piştî vê pêvajoyê baş nasbikin. Ji ber vê yekê, şirovekirina ziraviyan girîng e. Fêmkirin û naskirina kesayeta şehîdan jî girîng e. Di heman demê de girînge ku mirov nêzîkatiya rast a vê pêvajoyê kîjane hilbijêre. Ji ber ku di nava nirxandin û nîqaşan de hin nêzîkatiyên spekulatîf tên kirin, nirxandin û nîqaşên cuda derdikevin holê. Her kes li ser vê pêvajoyê tiştekî dibêje, lê belê şîrovekirina vê pêvajoyê ne berpirsyariya kesên ku tevlî vê pêvajoyê nebûne ye. Ji ber vê yekê nirxandina herî baş û bi wate ya kesên ku di vê berxwedanê de cihê xwe girtine ye. Rêhevalên ku di vê berxewdanê de cihê xwe girtine, îro ew gihîştine şihadetê.”
“Ya ku herî baş vê pêvajoyê vedibêje, kesayeta Hevalan û berxwedana wan e. Ji ber vê yekê tiştek ku em bibêjin tune. Heta ku derfeta me hebe emê hewl bidin îfadeyên wan bidin. Heta ji destê me tê emê hewl bidin ku wê bikin malê civak û dîrokê. Ji bilî berxwedan û qehremaniya hevalan em nikarin behsa tiştekî din bikin, mafê me jî nîne. Lê ya divê em bikin ewe ku em layiqî berxwedan û têkoşîna wan bin.”
Em fermandarê gerîla û pêşengê bêhempa yê ciwanan Şehîd Baran Mawa ku di 7’ê Pûşpera 2018’an de li Colemêrgê, li herêma Kunefê ya Regîn Faraşînê tevî 6 gerîlayên din di berxwedana li dijî artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû, bi bîrtînin.
Navê Tevgerî: Baran Mawa
Nav û Paşnav: Alî Öncü
Cihê Ji dayîkbûnê: Mêrdîn
Navê Dê û Bav: Ado – Ferhat
Cih û Dîroka Şehadetê: 07.06.2018 / Colemêrg