STENBOL – Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Newroz Ûysal, Mazlûm Dînç û Cengîz Yureklî ji bo karibin muwekîlê xwe Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Serlêdaneke bi heman armancê ji aliyê birayê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, ji girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn ve jî hate kirin.
Malbatan ji bo karibin di navbera 9 û 15’ê Tîrmehê de hevdîtina cejnê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzer ji bo karibin Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bibînin hefteyê du caran serî li saziyên pêwendîdar didin. Daxwaza hevdîtinê jî bi rêk û pêk bêbersiv tê hiştin.