QAMIŞLO – Di bin dirûşmeya “LI DIJÎ ÎXANET Û DAGIRKERIYÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ” ciwanên Partiya Yekîtiya Demoqratîk “PYD” meşek girseyî li darxistin.
Ciwanên Partiya Yekîtiya Demoqratîk êvara 7’ê Tîrmehê li bajarê Qamişlo, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ya dagirker û hevkarên wê, li ser Herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, di bin dirûşmeya “Li dijî Dagirkerî û îxanetê, werin cenga azadiyê” meşek girseyî li darxistin.
Meşa Ciwanan ji Kolana Şehîd Rênas destpêkir, ber bi dorhêla Kornîşê ve dewam kir. Piştî ku meş bi dawî bû li cihê kombûyînê bi deqeyekî rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Şoreşa Kurdistanê, daxuyanî hate xwandin. Daxuyaniya ku ji aliyê ciwanê PYD’ê Hisên El-Şêx ve hatî xwandin wiha ye;
“Piştî ku Rêveberiya Xwaser hate avakirin, dewleta Tirk li ser Herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrîşan kir. Wekî em jî dibînin rojane li Serêkaniyê, Til Temir, Til Rifet, Tirbesiyê û gundewarên wê sivîlan bomberdoman dike. Dewleta Tirk bi riya van êrîşên xwe projeya Netewa Demoqratîk û Rêveberiya Xwaser hedef digire. Hewl dide bi van êrîşan herêmê ji niştecihên wê yên resen vala bike, li şûna wan artêşa xwe bi cih bike, wekî ku li Efrîn, Serêkanî û Girê Spî kiriye.”
“Em wekî ciwanên Sûriyeyê bang li gelê xwe dikin ku li kêleka Rêveberiya Xwaser bisekine, da ku em li herêmên xwe karbin bi awayekî aram jiyan bikin. Em bi hev re biratiya gelan jiyan bikin. Heman demê de em bang li civaka navnetewî û saziyên mafê mirovan dikin ku, rê li pêşiya êrîşên Tirkiyeyê bigirin, li kêleka projeya Netewa Demoqratîk bigirin.”
Herî dawî em berxwedana gerîla ya li Zap, Avaşîn û Metîna silav dikin, em jî wekî ciwan wê tevlî vê berxwedana serdemê bibin, tevlî berxwedana rûmetê ya li çiyayê Qendîlê bibin.”
Daxuyaniya ciwanan bi siloganên “Bijî Serok Apo, Bijî Biratiya Gelan, Bijî Berxwedana Gerîla” bi dawî bû.