BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li ser mijarê wiha bû:
“30’ê Gulanê hêzên me dane pey dagirkerên xwestine ber bi çeperên şer ên Herêma Berxwedanê ya Girê FM’ê ve biçin û saet di 12.55’an hêzên me yên YJA-Star bi çalakiya êrîşê; bi çekên ferdî û bombeyên destan derbeke giran li wan xistin. Hêzên me yên YJA-Starê 10 dagirker ceza kirin, çûn ser cenazeyên 4 dagirkeran; dest danîn ser 3 çekên ferdî yên MPT-55, 3 dûrbînên leşkerî, îşaretkerek bi lazerê û telefoneke destan a dagirkerê bi navê Ûgûz Dogrû.”