WAN – Şerê li çoltera Şax û Payîzavayê dijwar dibe û hejmara leşkerên ku hatine kuştin jî zêde bûne.
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ya dagirker ku li çolterên Navçeyên Payîzava û Şaxê yên Wanê dayî destpêkirin, heya niha berdewam dike. Li hember wê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê jî bê navber çalakiyên xwe didomînin.
Şer li zozanên Takun û Tirşinê û li herêmên Silîlan derketiye. Di şerê derketî de hejmara leşkerên ku hatine kuştin ji 10’an derbas kiriye û 2 jê giran bi giştî 6 leşker jî birîndar bûne. Her wiha hat ragihandin ku leşkerên di van pevçûnan de birîndar bûne rakirine Navenda Tipê ya Dûrsûn Odabaşi ya Nexweşxaneya Zanîngeha Sedsalê (YYU) ya Wanê. Di heman demê de leşkerên hatine kuştin jî ber bi bajarên wan ve hatine şandin.