RIHA – Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) a ji 9’ê Adara 2021’ê ve li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike, di roja 487’emîn de ye.
Malbat serê sibehê ji navçeya Pirsûsê ji mala xwe hat ber edliyeyê û li ber edliyeyê dest bi nobeta îro kir. Malbat kesên diçin edliyê û tên derbarê têkoşîna xwe ya edaletê de wan agahdar dikin.
Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê, hesabên hunermend Tarkan, Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag, Wezareta Dadê û Cîgirê Serokê Giştî yê AKP’ê Mehmet Ozhasekî etîket kir û vê peyamê parve kir: “Sibê wê serokên partiyan peyamên cejnê belav bikin lê wê dayikek di roja cejnê li ber Qesra Edaletê daxwaza edaletê bike. Çar salin ne êşa me û ne jî rondikên çavê me kêm bûne…”