MEXMÛR – Li Wargeha Penaber ya Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê, ji aliyê Kevana Zêrîn ve, Qorsên Saz, Gîtar, Deng û Erebane hate vekirin. Wê dersên hunerî yên bi vê rengî li Wargehê dewam bike.
Gel û tevahî civaka Kurd li hember êrîşên şerê taybet ku li ser çanda wan tê meşandin, têkoşînekî mezin didin meşandin. Wekî Kevana Zêrîn ya Wargeha Penaberan ya Mexmûrê, li hember tunekirina çanda Kurdewarî perwerdeyên hunerî daye destpêkirin. Ev Qorsên ku kevana Zêrîn daye destpêkirin, ji aliyê jinên ciwan û tevahî ciwanan ve rastî eleqeyekî mezin tê.
Berpirs û beşdarvanên Perwerdê, li ser navê Kevana Zêrîn ji ajansa me re axivîn.
‘EMÊ JÎ DI ALIYÊ HUNERÎ DE, JI PÊVAJOYÊ RE BIBIN BERSIV’
Di serî de Berdevka Kevana Zêrîn Evîn Colemêrgî li ser Qorsên ku hatine vekirin axivî û got; “Weke tê zanîn me di pêşengtiya Kevana Zêrîn de pêvajoyekî perwerdeyan daye destpêkirin. Armanca me ya yekemîn, em bikarbin, di vê bêhn vedana dibistanê de, ciwanan li ser mijarên cuda perwerde bikin û bi pêşbixînin. Ji ber vê yekê me perwerdeyên hunerî dane destpêkirin, wekî perwerdeya Erebane, Saz, Deng û Gîtar daye destpêkirin. Bi viya ve girêdayî, em dizanin pêvajoya ku em tê re derbas dibin, pêvajoyekî ku herî zêde ser çanda me de êrîş tên. Em jî dibêjin, emê bi hunera xwe ji vê pêvajoyê re bibin bersiv. Me armancekî wisa daniye pêşiya xwe û perwerdeyên me jî li ser vê esasê baş derbas dibin. Tişta ku herî zêde me kêfxwaş bike jî tevlîbûna jinên ciwan ya nava vê perwerdê ye. Em wekî jinên ciwan ji bo me xwe perwerde kirin, xwe rêxistin kirin girînge, ji ber ku pêvajoya ku em tê re derbas dibin, pêvajoyekî girînge. Emê weke jinên ciwan û ciwan ji vê pêvajoyê re bibin bersiv.”
‘JI BO CIVAKA KURD Û ÇANDA KURDÎ, EMÊ GAVEKÎ BAVÊJIN’
Li ser navê Qorsa Gîtarê Roj Yildistan axivî, Roj bal kişand ser çanda Kurdewarî û parastina nirxên çandî û got; Qorsa Gîtar 15 rojin me destpêkiriye. Armanca me ewe ku em xwe di aliyê hunerî de xwe bi pêşbixînin, ji ber vê jî em dersên fêrbûna Gîtar dibînin. Em di çarçoveya Estrumanên ku ji aliyê Kurdan ve hatî amade kirin, perwerdeya xwe dibînin. Ji ber ku fêrbûnên bi vê rengî dê ji bo çand û civaka me destkeftiyên nû bîne. Tiştên ku em îro fêrbûne, di pêşerojê de emê bi tevahî zarokên Kurdan bidin fêr kirin. Em ji demijmêra 6 dest bi perwerdeya xwe dikin, heya 7-8 dewam dikin. Ev pwerdeya me wê heya sê mehan dewam bike. Her wiha ev Qors di pêşengtiya Kevana Zêrîn de bi pêşdikeve. Hejmara me bi giştî nêzî 16-17 kesin. Em bang li hemû ciwan û jinên ciwan dikin ku di aliyê çandî de gavekî mezin bavêjin, ji bo xwedî derketina li çand û civaka Kurdî em xwe fêrî her tiştî bikin. Em niha li Mexmûrê dersên cuda cuda dibînin. Wekî dersa fêrbûna Gîtar, Erebane, Saz û Bilgîser dibînin. Em xwe di van Qorsan de bi pêşdixînin. Divê hemû jinên ciwan werin xwe di van Qorsan de bi pêşbixînin, ta ku ji bo civaka Kurd û Çanda Kurdî gavekî bavêjin.”
‘DIVÊ HER JINEKÎ CIWAN XWE BI PÊŞBIXE’
Herî dawî li ser navê Qosra Sasz ji endama Kevana Zêrîn Xemilîn Apaydin jî, di heman xalan de qala hestê fêrbûna saz kir û got; “Qorsa me a sazê wê vê mehê bi ritimên Saz ve derbas bibe. Bi giştî emê 3’ê mehan perwerdeya xwe bibînin, jê du meh em fêrî mûzîkan dibin, meha sêyemîn jî weke encama fêrbûnê ye. Banga min ji hemû jinên ciwan re heye ku ew jî werin xwe di van beşan de bi pêşbixînin.”