NAVENDA NÛÇEYAN – Jinên Tîrêjên Rojê ragihandin, ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê saet di 02:30’î de li hemberî Qereqola Polîsan a 75. Yil û navenda polîsên tîmên taybet ên li taxa Eskî Kişlayê, bi fîşekên hewayî, teqemeniyên bi destan çêkirî û çekên ferdî çalakî kirine.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku piştî çalakiyê di navbera yekîneyên wan û polîsên dagirker de heta serê sibê şer qewimiye û hate gotin, “Tevî ku hejmara diyar nayê zanîn jî hate dîtin ku li herdu qereqolan gelek polîsên dagirker birîndar bûne ku birîna hinek ji wan giran e.”
Jinên Tîrêjên Rojê diyar kir ku yekîneyên wan ên çalakiyê piştre xwe gihandin qadên bi ewle.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ev çalakiya me ya serketî ji bo bîranîna fermandarê li Rojava hate şehîd xistin ‘Rênas Oremarî’ û ji bo bîranîna Şehîdên 14’ê Tîrmehê hatiye li darxistin. Soza me ye; emê tola şehîdên xwe hemûyan hilînin, emê bîranîna wan bi serketinê tacîdar bikin.”