NAVENDA NÛÇEYAN – Di tevahî salên Şoreşê de êrîşên li dijî Şoreşê ku bi armanca tunekirinê hatin meşandin, gelek caran xeyalê mirovan nagihîje wê astê ku bikaribe dijwariya şerê dihat meşandin û berxwdana şervanên Şoreşê a li hemberî wan êrîşan fam bike. Kesên di wê berxwdanê de cih girtine jî bê guman; di berxwedana sedsalê de ciyê xwe girtine. Şerê di Bakurê Sûriyê de tê meşandin şerek pir germ û girane û ji derveyî kesên baweriya wan bi armanca Şoreşê heye, tu artêş nikarin li berxwe bidin. Şervanên birîndar ku di wî şerî de her kêlî bi dagirkerî û terorê re rû bi rû mane, gelek tecrûbe girtine. Wan şervanan bi derfetên pir kêm, bi çekên ferdî û bi canê xwe li hemberî êrîşên li ser Şoreşê li berxwedane.
Li ser vê bingehê yek ji Gaziyên Şer ya dema avabûna Şoreşa Rojava Zinar Kobanê, derbarê gazîbûn û zehmetiyên wê ve ji ajansa me re axivî. Zinar Kobanê got; “Li hember çekên dijmin yên herî giran me bi qilêşê şer dikir û ji qilêşê girantir BKS’î bû.”
Zinar Kobanê bi danasîna kesayeta xwe dest bi axaftina xwe kir; “Navê min Zinar Kobanê ye, tevlîbûna min di 19’ê Tîrmehê de bû. Ez di 19’ê Tîrmehê de tevlîbûm, ji ber ku ez ji şehîdan û Rêber Apo bandor bûm. Dema ku şoreşê li Kobanê destpêkir, wê demê Rêjîm ji bajarê Kobanê derxistin. Şer di eniya Rojhilat yanê Girê Spî de bû. Yanê wê demê wisa hêzekî leşkerî ya xort nîn bû, her kesî ji xwe berê çekê xwe radikir û diçû eniya şer. Di wan deman de tevlîbûna ji şer re zêde bû, gel xwe bi xwe rêxistin dikir. Di destpêkirina 19’ê Tîrmehê de hevalan hemû cihên Rêjîmê girtin, û di her cihekî wan de jî hevalan xwe bi rêxistin dikirin, heya gihîştin roja îro, tapî ew encama keda salan ya Rêber Apo bû.”
Li hember çekên dijmin yên herî giran me bi qilêşê şer dikir
“Wekî tê zanîn di sala 2014’an de şerekî giran hate ser Kobanê, min jî wê demê li taxa rojavayê Kobanê perçeyek di serê xwe de xwar, heya du heftan min her tedawî didît. Şerê ku destpêkiribû di nava 10-15 rojan de, bê navber dijmin çekên herî giran bikar anîn. Ji ber vê jî ez carekê din jî birîndar bûm, ji ber vê ez niha di milê xwe de gazî me. Li hember çekên dijmin yên herî giran me bi qilêşê şer dikir û ji qilêşê girantir BKS’î bû. Di encamê wan şeran de îro li Rojava gelek gazî hene, kesek dema ku di encamê şerê bajaran de birîndar dibe, piştî wê bi wî kesî re fikr û tecrûbeyekî nû çêdibe. Her însanekî gazî hertim ji hêza xwe ya heyî zêdetir kar dike. Di dawiyê de 10’yemîn salvegera şoreşa Rojava li Rêber Apo, şehîdên me, hevalên me yên gazî-birîndar û hevalên di çeperên şer de pîroz dikim.”
NC//Îlan Kobanê