ALMANYA – Di meha Tîrmehê de ji bo bîranîna “Şehîd Zenda Ekîn” kampa jinên ciwan hate bi rêxistin kirin.
Jinên ciwan ên ji çar aliyê Ewropayê li ser girîngiya welatparêzî û hevrêtiyê li ser zanista jinê, dîroka tevgera jinên Kurd û şerê taybet nîqaş kirin.
Li kampê destdirêjiya pergalên heyî ya li jinan hate nirxandin û bang li hemû jinên ciwan hate kirin ku bikevin nava liv û tevgerê.
Di daxuyaniya Komîteya Jineolojiyê û Jinên Ciwan ên Têkoşer de hat gotin, “Ji bo parastina Kurdistanê divê em bi mînaka Şehîd Zenda Ekîn û şopandina hêza wê ya têkoşînê çi ji destên me tê bikin. Divê jinên ciwan wêrekiya xwe bibînin û li dijî pergala desthilatdar a baviksalarî û kapîtalîzmê bisekinin. Divê em xwe perwerde bikin, xwe birêxistin bikin û baweriyên jinên ciwan ên beriya me fedekarî kirine fêm bikin. Xwe perwerdekirin erka her jineke ciwan e. Afirandina civakeke azad û demokratîk girêdayî hezkirin û vîna gelan e.”