NAVENDA NÛÇEYAN – Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li bajarê Kobanê serhildana gel pêş ket. Gelê kurd di aloziya li Sûriyeyê de nebû alî û bi rêxistinî tevgeriya. Hêzên xwe yên leşkerî û siyasî ava kir. Pergala xwe ya demokratîk a wekhev û azad saz kir. Ev pergala xweser li ser bingeha paradigmaya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi pêşket. Gelê Rojava li dijî hemû êrîş û dorpêça xwe û axa xwe parast. Li aliyekî şerê gelê şoreşgerî bi pêşxist, li aliyê din kêlî bi kêlî xweseriya xwe bi ked û xwînê hûnand.
Têkildarî vê mijarê yek ji şahîdên şer û berxwedana gelan ya li hember çeteyên DAIŞ’ê bi navê Yasîn ku cihê xwe di şaredariyê de digire, ji ajansa me re axivî û diyar kir ku şoreşa Rojava şoreşekî civakî ye û got; “Em dikarin bêjin şoreşa me şoreşekî civakî ye, şoreşekî jinê ye, şoreşekî keramet û ziman e. Destkeftiyên ku ji vê şoreşê hatine bi dest xistin, ji bo gelê kurd tiştên nû bi xwe anî.”
‘Şoreşa me di aliyê civakî de bi xwe re guhertinên cidî çêkir’
“Navê min Yasîne, cihê xwe di şaredariyê de digrim. Dema ku DAIŞ’ê êrîşî ser herêmê kirî, ger ku amadekariyê me jê re nîn ba, dê ji bo tevahî herêm û gelê Kurd bi xwe re xeterî anî ba. Beriya ku şoreşa Rojava destpêbike, bingehek jê re hatibû danîn. Ji ber vê jî dema ku şer destpêkir, hemû aliyan de civaka me bê ku gumanan jiyan bikin, ketin nava vî şerî de. Di aliyê civakî, leşkerî, komîn, meclîs û hwd din de civaka me bû xwedî rolekî mezin. Şoreşa me şoreşeke civakî ye. Berxwedana ku hatî raber kirin, berxwedanekî mezin bû û serkeftinên mezin bi xwe re anî, van serkeftin û berxwedanan di herêmê de guhertinên mezin çêkirin. Bi taybet berxwedana ku jinan li hember çeteyên DAIŞ’ê raber kirî, wekî dîrokekî taybet hate nivîsandin. Berxwedana wan pêşengan ji tevahî cîhanê re hate vegotin, serkeftinên mezin bi dest xistin. Mirove dikare bêje şoreşê bi xwe re di hemû aliyan de guhertin çêkir, çi aliyê civakî û çi jî aliyê jin de guhertinên cidî çêbûn.”
‘Şoreşa Rojava şoreşekî civakî ye’
“Îro wekî ku em jî dibînin ev şoreş ji bo tevahî dinyayê bûye mînak. Em dikarin bêjin şoreşa me şoreşekî civakî ye, şoreşekî jinê ye, şoreşekî keramet û ziman e. Destkeftiyên ku ji vê şoreşê hatine bi dest xistin, ji bo gelê kurd tiştên nû bi xwe anî. Li ruxmî hemû êrîşên hovane ku dijmin li dijî gelê me dike, dîsa jî gelê me xwe di aliyê rêxistin kirin û perwerde kirinê de bi pêşdixînin, bi vê yekê jî gelek serkeftinan bi dest dixin. Em di wê hêviyê de ne ku wê ev şoreş serkeftinên xwe hîna jî berdewam bike.”
NC// Îlan Kobanê