NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji dahûrandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan….
Pêkanîna vê peywira serdestên miletên me danin aliyekê, yek dersa ku ji vê zexta domdar derbixin heye: Êdî van karan nadê destê van, bi van bawer nake û van ji astengbûnê derxistine. Roj ew roje. Ma ji bilî vê tişta ku ji destê miletê me bê çi heye? Gelo karek din pê mijûl bibe maye? Ne ziman, ne jî nasnameya miletê me nemaye; ne perwerde, ne tenduristî, ne kar heye û ti tişta wî tine ye. Madem her tişt evqasî ji dest hatiye girtin, nexwe divê em jî dest bi xebatek ku me ber bi kare herî baş ve bibe bikin. Vaye ev jî karê rizgariya netewî, rêxistinbûna netewî û şerê netewî ye. Pêwîste bê gotin; “Ji bo peywirek wisa bila can qurban be. Bijî ji me re, em bi deste miletê xwe û bi berjewendiyên wî yên mezin ên armancê mirovî yên berz ve bûne xwedî rojevek wisa dîrokî.” Êdî dîrok dibêje; “Bimeşe” û meşa di vê rêyê de tenê kêfxweşiyê dide, xiroş û coşê dide.
Lewra tevkariya herî hêja em di vê qonaxa pêşiya me de ji miletê xwe re bikin û xelata em bidin, ew kirina xwediyê karek wisa û baweriya tu dikarî vî karî bikî dayîne. Ya girîng weke partî, weke gêrîla û weke cengaweran ev derfet dayîne. Weke ku ti çareyek me ya din nemaye, karek din ku em pê mijûl bibin jî nîne. Madem heta îro em evqasî dûrî vî karî man û ji hemû karan bêpar hatin hiştin, nexwe xwe dana vî karê ku bingeh û destpêka hemû karane, peywirek me ya jênevegere. Ji bo kesênji ol fêm dike dibêjim: Nimêj jî wisa hatiye destpêkirin. Ev kar jî nimêjeke. Di heman demê de rojî jî wisa hatiye girtin. Zikir jî ji bo vê ye. Ji bo kesên dixwazin ji zanistê fêm bikin dibêjim: Ji bo rizgarî û aramiyê dibêje; “Ey miletê min, ger tu dixwazî weke miletekî hebûna xwe berdewam bikî, wê tu xwe wisa bidî axaftin. Wê tu karê xwe wisa bi şêweyek bingehîn bigirî dest. Vîna Xweda jî eve.” Di zayîna hemû olan de, berjewendiya gel wisa tê destgirtin. Weke herî zêde zanistê jî selmandî ev ji bo miletan jî hewce dike. Lê ev ji me re diyar nekirine. Yên bi navê ol an jî zanistê sextekariyê dikin, tarîtî li ser me ferz kirine. Dewletên ku li ber fermana wan hene. Me zanist bidest xist, me cewhera ol jî bidest xist û me dît bi sextekarî nêzî van dibin. Lewra bi qasî rêya yekane ya derketinê ye, rêya yekane ya berzbûnê jî bi qasî rêya olî ye, ewqas jî rêya zanistê ye jî, divê hemû karan bi xwe bide destpêkirin. Miletê me kar dixwaze, serfirazî dixwaze, tenduristî û perwerdeyê dixwaze. Tev jî ji vi destpê dike. Ev neyê çareserkirin, yek jî pêk naye. Ji vê hêlê ve kesê ku destê wî kar digire, dikare baxive, her kesê dibêje; “Ez amade me” li kur dibe bila be, divê ber bi vî karî ve baz bide. Pêwîste berbanga sibehê ber bi vî karî ve baz bide û beriya razê jî duaya wî bi vî karî re biqede. Heta niha miletê me ji hêla netewî ve şiyar bû. Nasnameya xwe hinekê bi dost û dijminan da pejirandin. Dê ji vir û şûn de jî bi şêweyek diyarker hêz û berjewendiya xwe bide pejirandin. Emê bibînin, ji bo miletekê jî ev jiyan dibe. Emê bibînin, ji ber heta niha me xwe negihandî vê jiyanê, me xirabiya herî mezin li xwe kiriye.
Dîsa emê bibînin, ti jiyana ji dervî vê jiyanê ji bo me ne derbasdare. Me derew jiyan kiriye, em hatine xapandin û bi îxanetê re rûbirû mane. Ev ji bo heyberî jî, ji bo giyanwerî jî wisa ye. Me heta niha bi tena xwe jî bin, ji bo milet xwe bigihîne jiyanek wisa têkoşînek pir dijwar meşand. Di vê mijarê de îşkence û janek nehatî jiyîn nema. Em hatin şewitandin, çerim û hestî man. Gav bi gav me hemû ciwantiya xwe feda kir. Encam jî, biryardariya bûna miletek wisa esase. Me ev ji bo miletê xwe got. Jiyana bê vê herame, jiyana bê vê qet ne hêjayî me ye. Yên vê li ser me ferz dikin hoveberin, xayînin û çav berdane her tiştê me. Êdî me beramberî van şer destpê kir û ev hinekê jî paşve xistin. Li ser vî bingehî me ji milet re got; “Tu evî, maf, azadî û nasnameya te jî eve.” Vaye niha jî milet yekser bi navê xwe xwedî lê derdikeve. Bi navê xwe sazî dike, berdevk dike û bilêv dike. Ev jî, yek ji armancên me yên herî girînge ku, dibê qonaxek herî mezin a jîndarkirina bernameya demokratîk a netewî ya partiya me. Piştî miletê me gihişt vê qonaxê û rasterast çarenûsa xwe bi xwe girt dest, dê xwe bi hukumet bike. Meclîsa netewî, rê ji hukumeta xwe re vekirine. Dê meclîs pêk were, gêrîla jî vê biparêze û ger partî jî bibe kurmaya vê ya sereke dê hukumet jî pêş bikeve. Ji bo hukumetê hewce nake zêde tiştek bê gotin. Bi rastî jî ev dibe ku bibe karê meclîsek berz. Lê piştî ku otorîteya milet di çarçoveya zagonan de hat destnîşankirin, wê di asta rêveberiyê de jî bê diyarkirin. Lewra bi qasî qanûn danînê, hêza rêvebirinê jî peywira sereke ya meclîsa netewî ye û dê xwedî li vê peywirê derbikeve. Dê hukumeta xwe ji nav xwe derbixe. Ev dibe ku hukumeta şoreşê ya bihurdar jî be, dê beşek wê li nav welatê azad be. Beşek wê jî li dervî welat be jî zêde tiştekê nade guhertin. Nexwe miletê Kurdistanê di nav pêvajoya dîrokî ya li navê dijî de, nemaze weke şêweya çalekiyên cewherî yên yek-du salên dawî dê xwe bispêre serhildanên xwe û bi pêşve gavavêtinan re rûbirû ye.