ŞENGAL – Li bajaroka Xanesor a Şengalê Şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê di 40’yemîn salvegera şihadeta xwe de bi civînekê hatin bi bîranîn. Civîn bi pêşengiya Jinên Ciwan ên Êzidî pêk hat.
Civînê bi deqeyek rêzgirtinê despêkir. Piştre li ser wateya berxwedaniya 14’ê Tîrmehê Endama jinên Ciwan Sêvê Şengalî axivî . Sêvê destnîşan kir ku berxwedaniya beriya 40 salî li zindana Amedê pêş ketî îro li her çar parçeyên Kurdistanê geş dibe û got :”Li wir ruxmê êşkenceya dewleta Tirk lê berxwedanî heya dawî hate meşandin. Wê berxwedaniya wisa kir ku îro bi hezaran şoreşger li ser wê xetê bi fikir û ramanên Rêber Apo li berxwe bidin û vê berxwedaniyê bigehînin heya serkeftinê. Gelê me yê Êzidî ku ev 7 salin ji dema fermanê de bi heman armancê têkoşîna xwe mezin dikin û li pey mafê xwe digerin.”
Li ser naveroka civînê yek ji beşdarvanê civînê Ezîz Şervan ji me re axivî û diyar kir ku wê ciwanên Êzîdxanê bi rihê 14’ê Tîrmehê li hember her cure êrîş û zordariyan li berxwe bidin.
Ezîz wiha dest bi axaftina xwe kir; “Dewleta Tirk ya dagirker hertim zilmû zordarî li van hevalên berxwedêr kirin, îro jî her zilma wan berdewam e. Di heman demê de li Efrîn, Mexmûr û Şengalê va zilma xwe dewam dike. Heya niha jî hemû dewletên dîtir, li hember dewleta Tirk bê dengin. Bi qasî ku wan hevalan di zîndanê de li hember her cure îşkence û zordariyê li berxwe dan, emê jî weke ciwanên Êzîdxanê heman rihê bidin jiyan kirin. Emê bi vê rihê welat û civakê xwe ve biparêzin.”