NAVENDA NÛÇEYAN – Berxwedana 14’ê Tîrmehê ji bo têkoşîna azadiya Kurdistanê û gelê Kurd bû pêngavekî nû. Bi Darbeya 12’ê Îlonê ku ji dîrokê faşîzmekî bi vî rengî nayê ji bîr kirin, xwestin şoreşger bên tasfiyekirin û destûr nehat dayîn ku yek tişt jî li ser navê mirovahiyê bimîne. Di demeke wiha de ku hêviyên wan tune bûn, berxwedana Rojiya Mirinê ya mezin a bi pêşengtiya şoreşgerên mezin Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz derket pêşiya wan. Van şoreşgerên mezin bi têkoşîn û berxwedana xwe faşîzma Tirkiyeyê hilweşandin, bi rihê 14’ê Tîrmehê gel, ciwan û jinên Kurd careke din biryara berxwedana rûmetê dan.
Gerîla Şiyar Destan têkildarî mijarê bi riya Radyo ji ajansa me re axivî, tevahiya axaftina gerîla Şiyar Destan wiha ye;
“Di şexsê şehîdên 14’ê Tîrmehê de hemû şehîdên şoreşê bi bîrtînim û bejna xwe li beramberî wan ditewînim. Di 14’ê Tîrmehê de, di pêşengtiya heval Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û şehîd Alî Çîçek de çalakiya Rojiya Mirinê tê destpêkirin, ev çalakiya Rojiya Mirinê bi qasî 2 mehan dewam dike. Armanca vê çalakiyê derketina li dijî faşîzma 12’ê Îlonê ye. Wek tê zanîn di 12’ê Îlonê de, hem li hember tevgera azadiyê û hem jî li hember gelê Kurd, ji bo tunekirin û îmhakirinê derbeyek hate kirin. Hemû kadroyên ku pêşengê tevgera azadiyê ne, wekî heval Xeyrî, heval Kemal, Mazlûm Doğan û Ferhatan, heman demê de li hem kolan û taxan kesên welatparêz, kesên ji tevgerê re sempatîzan, giştiyan digirin û dixin zîndana Amedê. Di zîndana Amedê de îşkence û hovîtiya ku tê kirin, di dîrokê de tu carî nehatiye kirin. Ev rihê 14’ê Tîrmehê ku di Rojiya Mirinê de derketî, bi pêşengtiya heval Xeyrî Durmuş ew rih li hemû qadên welat û derveyî welat belav dibe.”
“Di gelê Kurd de zindîbûnekê çêdike. Berxwedana gelê Kurd ya li Kurdistanê û derveyî Kurdistanê bingeha xwe ji rih û berxwedana 14’ê Tîrmehê ya zîndana Amedê digire. Dîsa di gerîla de jî, şerê ku îro li Zap, Metîna û Avaşîn, bi rihekî fedayî li hember faşîzma AKP-MHP’ê têkoşînek tê dayîn, ev rih bingeha xwe ji 14’ê Tîrmehê digire. Li ser vê rihê 14’ê Tîrmehê îro li her qadê û her perçeyekî Kurdistanê ev şera tê meşandin, têkoşîn tê kirin û derbeyên mezin li dagirkeran tê xistin. Di 14’ê Tîrmehê de derbeyekî mezin li derbegerên 12’ê Îlonê bi Rojiya Mirinê hate xistin, ev rih bi xwe re îradeya dewleta Tirk ya dagirker û qirker dişkîne. Îro jî bi heman rihê li Zap, Metîna, Avaşîn heya Rojava û tevahî perçeyên Kurdistanê derbeyên mezin li dagirkeran tê xistin. Ev rihê 14’ê Tîrmehê di gelê Kurd, jinên Kurd, ciwanên Kurd û Kurdistanê de hêvî û baweriyekî mezin avakir. Îro têkoşîna ku li hember dewleta Tirk ya dagirker tê dayîn bingeha xwe ji zîndana Amedê, û çalakiya Rojiya Mirinê ya di pêşengtiya heval Xeyrî Durmuş, heval Kemal Pîr û Alî Çîçek digire.”
“Heval Xeyrî dibêje li ser gora min binivîsin “Ji gelê xwe re dêndar çû”. Em jî dikarin bêjin weke ciwanên vî welatî, milîtanên vê partiyê û rêbertî, heya dawiyê emê têkoşîn û berxwedana xwe ya bi biryardariya heval Xeyrî li her derê mezin û belav bikin. Çawa ku di zîndana Amedê de bi vê rihê derbeyekî mezin li faşîzma dewleta Tirk hate xistin, emê jî li Zap, Metîna û Avaşîn bi vê baweriyê derbeya herî mezin li dewleta dagirker û qirker bixin. Em dîsa soza berxwedanî û têkoşîna ku di zîndana Amedê de hatî kirin, emê bi wê rihê tevlî pêvajoyê bibin û dijminê dagirker û qirker bi binbixin.”
NC// Zerya Bagok