KOBANÊ – Çeteyên DAIŞ’ê yên bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker kantona Kobanê bi fermanên hêza NATO dorpêç kirin û êrîşeke hovane li dijî sivîlan di 15’ê Îlona 2014’an de pêk anî. Dema ku dagirkeran êrîş dan destpêkirin bi awayekî hov her kes dan ber xwe. Armanca dewleta Tirk a sereke ji êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ew bû ku vîna gelê Kurd têk bibe û herêmên Rojava ji hev du qut bike. Bi êrîşên hovane yên DAIŞ’ê re zêdetirî 300 hezar şênî koçber û penaber bûn, gelek ji wan şehîd, birîndar û astengdar bûn. Lê belê li kêleka wê gelê ku berxwe daye jî heye. Berxwedaniya ku di Kobanê de hatî raber kirin, di dîrokê de nikare careke din xwe dubare bike. Yek ji pêşengên vê berxwedanê jî ciwan bûn. Ciwanan di şerê li dijî DAIŞ’ê de bi rihekî fedayî heya dawiyê têkoşiyan û DAIŞ têk birin.
Li hember dewleta Tirk û hevkarên wê ve biryarên tund hatin raber kirin. Yek ji ciwanên ku li hemberî dewleta Tirk bertekekî tund nîşan da Xelîl Kobanê bû. Xelîl di dema temena xwe ya zarokatiyê de ji dewleta Tirk re got ‘Emê dev ji xaka xwe bernedin’, heya roja îro di ciwantiya xwe jî bi biryar e.
Li ser vê bingehê Xelîl Kobanê ji me re axivî û got; “Navê min Xelîl e. Ez di sala 2014’an de li ber xetê mam, min cihê xwe di giştî şerê Kobanê de girt. Ez neçûm Tirkiyê ez li ser axa xwe mam, tiştek jî bi min nehat. Dema ku DAIŞ êrîş me kir, me axa xwe berneda, em li ser axa xwe man. Me çavên dijmin rijand, dijmin nikarîbû êrîşî me bikira. Em heya niha jî bi xwe ser bilindin. Dijmin nikare were axa me, ewqas şervanên me xwîna xwe dan. Raste dibêje ezê werim, lê ew nikare were, emê heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê li ser lingên xwe bisekinin. Hemû tiştê ku ji destê me tê emê bikin.”