NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji dahûrandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…..
Li aliyê din bûyera Hizbûllah ya rêxistina herî çavsor heye. Qaşo di Îslamiyetê de nijadperestî nîne, ferqa netewî jî nîne û wisa dibêjin. Dibe ku ji bo wan netew jî nebe, lê em ji van kujer ango çavsoran vê bipirsin: Tu bi kîjan zimanî êrîş dikî? Perê te ji ku derê tê? Jiyana te çawa û li ku derê tê rêxistinkirin? Tu di çarçoveya kîjan netewî de van bi dest dixî? Bi vê êrîşkariya xwe, mûçeyê xwe, vê jiyana xwe ya çandî-civakî, bi wî ziman û rastiyên xwe yên din tu di kîja çarçoveya netewî de yî? Ser de jî tu dibêjî nijarperestî! Nijadperestiya herî mezin tu dikî! Belê, em bi nijarperestiya ji ya şovenîzma civakî mezintir, nijadperestiya Hîtler a çavsortir re rûbirû ne. Demekê li Rusya nijadperestiya rûreşan hebû. Em dê vê nijadperestiya rûreşî ya Hizbûllah biselmînin, rastiya wan bi zelalî deynin holê. Em nikarin bêjin di nav tarîqatan de jî yên di asta rûreşiyê de ne û ev jî rêxistinên nijadperestên Tirkin. Ji ber ku înkargeriya van jî ya netewî pir çavsorane ye. Rewşa wan naşibe ronakbîrên Kemalîst. Mînak, ronakbîrê Kemalîst şovene, lê hinekî jî zana ye. Îlhan Selçûk Kemalîste, lê belê, pêdivî bitemamî înkar kirina Kurdan nabîne. Lê em li van tarîqat, tarîqatên şoven binêrin: Çar bi çar Tirkparêzin. Her yek ji wan Tirkparêzekî hare. Kurdîtiyê nagirin ser devê xwe jî. Tirkîtiyê bi çavsorî dikin, hem jî bêy ku gotina Tirkbûnê bibîr bînin vê dikin. Dema tu dibêjî Kurd dibêjin; “Ev nijadperestiye.” Bêy ku pîvanekê li berçav bigirin hema qiyametê radikin. Vaye nijadperestiya çavsorî wisa dibe. Naxwe li şûna em ji van tarîqatan re bêjin tarîqatên Îslamî, divê em bêjin çavsorên di bin rûpoşa Îslamî, rûreş yan jî ew bi xwe re, xulase rêxistinên rûreşên şovenîzma Tirk. Ev, bi rastî jî wisa ye. Faşîzma 12’ê Îlonê, gelo rejîmek giyan-xwîn û pere dide van tarîqata ye? Rejîma wan rêxistin dike ye? Belê. Wê demê çavkaniya Naqşîbendî, Suleymanparêz û Nûrciyan ne diyare? Çavkaniya pere ya hemûyan ma ne ev rejîm yan jî hêzên tarî ne? Ger Tirk bin, Tirk, Ereb bin Ereb, Fars bin Îran yan jî ger çepgir bin nizanim kîja hêz çima van pereyan dide? Gelo pir alîgirê dadperweriyê ne? Di naverastê de îşkence hene, wêrankirina welatekî heye; em ji ziman, ol û çanda gelekî bigirin qirkirina hemû corê çandan heye. Çima ji vê re pere nîne? Çima alîkarî ji vê re nîne, ji înkarkirina netewî, ji pêşketinê xayînên netewî re pere heye? Tu yê bi zimanê Ereba serdestiyê bikî, tu yê bi zimanê Farsa serdestiya mezin bikî, tu yê bi zimanê Tirk netewperestiyê û vê wek pêşketinekê bijî, lê dema Kurd bibin mijara gotinê tu yê bêjî ev nijadperestiye! Bikaranîna ol hinekî wisa tê pêşxistin û rejîma 12’ê Îlonê di vê mijarê de gavek din da avêtin. Evren û Ozal bi xwe ji vê re pêşengtî kirin, tarîqat derxistin holê. Hejmarek zêde tarîqatparêzên sexte û pîr derxistin holê. Ev tenê ne ji bo Sûnîtiyê, ji bo Elewîtiyê jî wisa kirin. Hejmarek zêde Pîrên Elewî û komele, hejmarek zêde tarîqatên sûnî yên Neqşî ji aliyê van bi xwe ve li dervî welat hatin birêxistinkirin. Ya hemû vekirî dibêjin wisa ye: Dibêjin; “Em¸ ji bo pêngava rizgariya netewî ya PKK’ê biçewsînin li Başûr tarîqatê Neqşîbendî, li Bakur Elewîtiyê birêxistin bikin. Me ji Başûr qut nekir, ji Bakur qut bikin; me li Bakur asteng nekir, li Başûr asteng
bikin.” Di vê mijarê de wezareta taybet jî ava kirin. Di demê Ozal de Neqşiyên herî mezin, malbata Abdûlkadîr Aksû û derdora silala wî bû. Ew kirin wezîrê karê navxweyî. Îro jî ji demokratên çepgir û yê bi eslê xwe ji Dersimê Mehmet Moxûltay kirin wezîr. Demokratên civakî di cewherê xwe de, yê li heq û hiqûqê kedkaran digerine, lê Mehmet Moxûltay bandora Elewîtiya sexte di serî de li Stenbolê û ji bo li Anadolê pêş bixin, ango ji bo bandora kedkarên di nav refên Elewiya de îstîsmar bikin ew kirin wezîr. Di asta herî jor de, gelik şebekeyên berjewendparêz xistin tevgerê. Ji bo li ser rizgariya netewî ya şoreşger, li ser şerê demokrasiyê şovenîzmê serwer bikin, çi ji destê wan tê wê dikin. Lê belê di dema 12’ê Îlonê de dema ev vekirî dihat kirin jî me, ew zêde cidî negirtin. Tarîqatên di destê wan de çiye, Elewîtî çiye? Ger cewherekî şoreşger ê Elewitiyê heye, yê herî baş wê temsîl dike em in. Ger cewherekî şoreşger ê Îslamê heye, wê jî yê herî baş temsîl dikin em in. Du gotinên ji aliyê ti mezheb û tarîqatan ve bikin nîne. Ew di vê mijarê de nikarin bibin parêzvanê du gotina jî. Ji ber ku van teriqat, van mezheban gelê Kurd li ser piştê û bi tenê hiştine. Heta endamên hejar ên mezheban, endamên herî hejar ên tarîqatan di nav mercên herî
zahmet ên jiyanî de hatine arastekirin û hatine perwerdekirin. Lewra tenê gotinek wan a ji wan re bêjin jî nîne. Ji despêkê ve îdaya me ev bû û li ser vê bingehê bê dirêjkirina gotinê em bi ser wan de diçûn. Ji ber vê jî ji her tarîqatê, mirovên ji van mezheban; hemû mirovên ji rê nehatine derxistin; bi pergalê ve nehatine girêdan me bi lez ber bi refên xwe ve kişandin û em bi zahmetiyên cidî re rûbirû neman.
Bi taybet heta salên 1990’î wisa pêş ket. Bi serhildanên piştî salên 1990’î û hinekî pêşketina gêrîla re, rewş jî hatin guhertin. Kurdistan bi gelemperî ber bûyîna qada serweriya PKK’ê ve çû. Van ev dîtin: Bi sedên sale bi xapandina gel, li ser navê mezheparêziyê, siltanî, komarparêzî û tarîqatparêziyê berjewendiyên mezin bidest xistin. Hinek Şêxên Naqşiyan heta vir hatin. Çêkerek wisa avakirine, tê gotin ku xwedî hejmara sedhezaran endamin. Perê ji her endamekî bigirin mîlyara dike. Belê, pênc-deh endam parlemenê wan hene, çen jî wezîr. Ya rast ev şirîkiya dewletê ye. Ger li beramberî wan helwest bigirin, weke ku wê ev deskeft ji dest wan biçe, dikevin nav fikaran. Li aliyê din jî Elewîtî Ewrûpa dorpêç dike. Berjewendiyê gelik seyîd, dede û pîran ji ber helwesta dijber dihejin. Ev bizav bi alîkariya dewletê heta ber bi wan deran ve tê veguhestin. Gelik tarîqatên din hene. Her herêm, her wîlayet ber bi bandora tarîqatekî ve tê kêşandin. Van gelik mirov girtine derdora xwe. Afyon û jahrê bi wan didin vexwarin û ser de jî ev ne di ferqê de ne çi dikişînin. Ji ya vedixwun re dibêjin ava buhiştê. Hêzên serdest bitemamî ev kes ji ser hişê xwe çûne xistine rewşek neyên naskirin. Di rastiyê de avên şuştinê yên herî qirêj jî bi wan nadin vexwarin. Çiye, kerameta şêxe! Vaye ewqas riswabûnê şayanî wan dibînin. Wek me diyar kir, zarokek jî nehiştin. Tev mîna ku wan kor bikin, kesayetên fanatîk ji wan derxistin. Rejîm piştî van teva dike û şûn de ji pêngavek nû bawer kir. Bi vî rengî xencerek din li dilê mirova da. Ya rast şoreşa Îranê şoreşek piştî sala 1880’ê ye. Îran, li beramberî serdestiya bêgane ya Îslamê hinek taybetmendî bikaranî û helwest pêş xist. Bi vê jî xwest nûnertiya rista bindestan bike. Îranê bi vê helwesta xwe şoreş kir. Bi şoreşê heta dawî Rojhilata Navîn bandor kir; Tirkî jî bandor kir. Di pêwendiyên xwe yên bi Tirkiyê re aliyê nakok girantir bû. Pêvajoya heta salê 1990’î di pêwendiyên bi Ozal re nakokiyên dijwar hebûn. Gişt astek wisa, nûnerên Îranê gotin; “Em naçin Anitkabîrê, em dê serdana Mewlana bikin” û ev jî kirin. Hem jî ev di asta serok wezîr de kirin. Tirkî naçar bû vê tevgerînê qebûl bike. Wer tê fêmkirin, dema bi van aliyan ve hinek tawîzan dide Îranê, hesabê hinek tiştan hêdî hêdî di Kurdistanê de kir. Dibe ku
xwestibe vê bêje: “Rizgarîxwaziya netewa Kurd ji bo te jî, ji bo min jî xeteriyeke. Şoreşa Îslamê li dijberî netewperestiya Tirk û Kemalîzmê ye, lê belê ger Rizgariya Netewî ya Kurd di Kurdistanê de pêş bikeve dê ji bo Îranê jî xeterî be. Ev xeterî tenê ne ji bo min e, ji bo we jî xeteriye.” Tirkiye vê ji Ereban re jî dibêje: “Rizgariya Netewî ya Kurdan dijberî berjewendiyê me hemûyane” Dema nûnerê KT’yê çûn Sûrî ev jî gotin. Tirkiye di vê mijarê de her tim bi Iraqê re di nav tifaqê de ye. KT’yê di pêwendiyên xwe yên bi Îranê re, bi şoreşa Îranê re rewş nirxand û hewl da rewşek biguman ava neke. Lê Îran, ji ber hêzek şoreşger bû, dest bi dîtin û berê xwe dayîna hinek pêwendiyan kir. Çawa rewşa rejîma Tirk a ji tawîzdayînê re nêzîk dît nedît, zêdetir ew ber bi xwe ve kişand. KT’yê nûnerên Îranê, ji bo nûnerên Îranê serdena fîlozofê herî mezin ê Fars Mewlana bikin di wateyek siyasî de qebûl kir. Gotin; “Hûn dikarin neçin ser qebra Ataturk, Kemalîzmê nepejirînin” û tawîz li ser tawîza dan. Heta vê rewşê li Tirkiyê rê li ber nîqaşek mezin vekir. Ev nakokî û pêwendî piştî demekê şûn de, bi taybet êdî dest bi hejandin û darbekirina bandorên, kesayetên nokerî kirine, şêx, axa û reîsên eşîretê di Kurdistanê de dike. Ev bi rastiya di naverastê de rûbirû mayînê dijîn, vaye di vê demê de dikevin nav berê xwe dayîna KT’yê. Ev derdor berê jî nokerê rejîmên mêtinger bûn, zilamê wan bûn. Teqez tengav bibûn û ji bo parastinê li çareseriyê digeriyan. Paşê di oxira berdêlê xiyanetên xwe giran dayînê de jî, tê zanîn êrîşî tarîqatan kirin. Çareserî himêzkirina ol de dîtin. Jixwe ev çek ji sedê salan bû bikar tanîn. Heta dema hatin welatên Ereba, Sûrî, van nokeran gotin; “Em nûnertiya Erebtiyê dikin.” Heta niha jî diçin Iraqê, qala nirxên kevn ê dîrokî yê Îranê dikin. Ji ber ku hejmarek zêde Azerî li Îranê hene, Şîatî heye. Li ser vê bingehê bi hezaran xwendevan rêxistin kirin û şandin Îranê. Yên şandine hema bêje pêwendiyê hemûyan bi polîsan re heye. Qaşo ji Bakur gelik mirovên Elewî û mezheb Şîa dişînin. Xulase xebatekî rêxistinkirinê meşandin. Li Başûr jî Naqşîbendî birêxistin kirin. Tevgera van a hevgirtî, bi taybet dema berjewendiyê wan ên darayî zirar dît, ketin tevgerê. Ya rast ev rewş girînge. Her roj nûçeyên nû tên hene. Dibêjin; “PKK, ewqas çek ji me dixwaze, ewqas pere ji me dixwaze, em nikarin bidin.” Hema paşê pêwendiya van ya bi oldariyê re, pêwendiya bi hizbûllah re rengê xwe diyar dike. Vê wek garantî û amûrekî parastinê digirin dest. Bi vî rengî pêdiviya parastina berjewendiyên xwe yên kirêt dibînin. Ev bi caran hatiye nirxandin. Bêguman şoreşa Îslamî ya Îranê, dixwaze rewşa xwe ya bîrdozî bidomîne. Sînordar be jî dij emperyalîstiya gelê Îranê heye. Hêjî dixwaze şoreşa xwe belav bike. Ya rast hem aliyê vê yê erênî, hem jî aliyên neyênî hene. Lê Îran tevî van hemûyan jî, li gorî çanda xwe ya netewî bi şêweyek guncaw şoreşa Îslamê ji bo pêşketina xwe ya netewî, wek amûrê pêşketina xwe ya mezhebî bikar tîne. Di serî de Kurd, pêşketinê hemû netewên din li berçav nagire. Ji ber ku piraniya Kurda ji mezhebê sûnî ne, rê li ber serwer bikaranîna hêza Şîatiyê vedike. Ji ber vê di naverastê de nakokiyek heye. Netewperestiya Tirk vê nakokiyê bi taybet dixwaze li beramberî PKK’ê bikar bîne. Wê çiqasî bikare vê bikarbîne ne diyare yan jî dikare bêgotin di derbarê çawa bikartîne de zêde delîl nînin. Lê eşkereye ku Hizbûllah bi baskekî xwe ve dixwaze xwe bispêre Îranê. Mirov bêje bi temamî bi Îranê ve girêdayî ye ew jî ne raste. Ji rastiyên di salên dawî de derketine holê tê fêmkirin ku, hizbûllahparêzî bi navendên polîsan, navendê tarîqatên xwecihî û di serî de jî bi rêveberiyên walîtiyên Herêmên Rewşa Awarte re pêwendiyên xwe hene. Xulase em dibînin bi saziyên rejîma mêtinger a Tirk, saziyên emniyetê ve girêdayîne. Dibe ku Îranê wek amûrê belavkirinê xwestibe bandora wan bikar bîne, lê belê ev rewşa wî ne diyarkere. Dibe ku xwestibin Îranê bikar bînin. Di vê mijarê de pêdivî bi rast tespîtkirina rastiyan heye. Têkiliyên Hizbûllah bi derdorên nokerên xwecihî re pir şênbere. Hema vê jî diyar bikim, ji bo Hizbûllah pênaseya herî zêde derbasdar ev e: Ji aliyê dîrokî ya ber bi înkarê ve dibe aliyên neyênî yên Îslamparêziya serwer, bi hejandina berjewendiyên çînên serdest ê Kurd ku bi aliyên xwe yên bêgane ji çînên serdest re xulamtî û nokeriyê dikin ve, netewperestiya Tirk yan jî bi bandora şovenîzma civakî ya di rûpoşa Komînîzmê de bi qasî bandora xwe ji dest didin, wek çekek êrîşa nû ya bîrdozî tarîqarparêziyê, mezhebparêziyê mîna fikrek nû derxistin holê. Li dijberî PKK’ê ev heta dawî bi çek kirin li ser bingehê kuştinê bi rêxistin kirin, ji bo bi zemînê civakî yê kevn ku nokerin karê xwe bidin kirin pêkhateyek nû ye. Dibe ku li ser bingehekî dîrokî yê wisa xwestibin Îranê bikar bînin. Nokerên Kurd jî, heta dawî ji PKK’ê zirar dîtine yan jî PKK’ê wek dijminê xwe yê çînî dibînin, heta ji aliyê netewî ve jî yên xulamtiya çîna serdest dikin û ji beşên ji çîna serdest bêtir xwe serdest dibînine. Ango yên xiyanet li Kurdîtiyê kirine, hêviya dawî ya derdorên nokerên serwer û yên herî diyarker rêveberiyên Herêmên Rewşa Awarte di salek du salên dawî de, şerekî taybet ê bi gîrîngî ji aliyê wan ve hatiye rêxistinkirin û teşebusek kontra ye. Bêguman, di nav vê Hizbûllahiyê de yên bi awayekî jidil misilmanin, beşên ji şoreşa Îslamî bawer dikin jî hene. Mîna ku di nav Partiya Komînîst a Tirkiyê de hebûna komînîstên jidil, yên şoreşa Îslamê dixwazin jî hene. Hîkmet Kivilcimli jî endamê Partiya Komînîst a Tirkiyê bû. Kivilcimli di salên 1930’yî de li ser Kurdistanê nivîsî. Lê ev îstîsna ye, çawaniya şoveniya civakî ya Partiya Komînîst a Tirkiyê ji holê ranekir. Naxwe heman tişt, ango hebûna misilmanên durist di bin fermana şerê taybet de bûyîna amûr a Hizbûllah ji holê ranake.
Niha wê hinek Hizbûllahparêz bêjin, ma ewqas neheqî dikare li me bê kirin? Gelo em ewqas xelet dikarin bên nirxandin? Ji ber ku hinekî ji rastiya objektîf dûrin em van dibêjin: raman û darêzên we yên ji rê derketî û pir xeyalî hene. Di nav me de jî gelik mirovên wisa hene. Divê mirov ji wan re vê bêje: Gelo hûn
dîroka ol dizanin? Hûn pêwendiya netewî bi ol re dizanin? Hûn zanin ol li ser Kurdîtiyê çiqasî hatiye bikaranîn? Rastiya Kurdan a tarîqat û mezheban çiye hûn zanin? Bi rejîmê, dewletê re pêwendiya ol çiye hûn zanin? Bi rastiya netewê serdest, pêwendiya wê bi mêtingeriyê re dizanin? Bixwe cewherê şoreşa Îslamê dizanin? Piştî we ev pirs hemû bersivandin, misilmanên durist dikarin bersivên nêzîkî rastiyê bibînin. Wê demê wê fêm bikin ji çi re bûne amûr û çawa hatine bikaranîn. Em ji bîr nekin piraniya kesên êrîşkar û kujer bikar tînin zarokin. Di van demên dawî de temenê hemû kesên ji pişt ve gule li wan direşînin li derdora 15-20’î ye. Mêjiyê wan şuştine. Mizgîniya teqez a buhiştê dane hemûyan. Têra xwe dolar xistine bêrîkê wan. Gelo gengaze ku ev di vî temenî de misilmantiyê ji bingeh ve fêr bibin? Ev çarçoveya em vedibêjin jî wê zarokekî temen 15-20 salî misilmantiyê li ku derê fêr bibe? Ev zarok jixwe bêkare, betal û etale, di Kurdistanê de bêkariyek pir mezin heye. Jixwe dewletê bi xwe got; “Em ê kar bidin 15 hezar kesî.” Vaye karê ku da! Karê daye kesên bêkar, beşên tolaz! Lê belê ji bo afirandina hêza lêdanê Misilmantiyê bi şêwazê; “Tu bikujî, tu mucahîdî, bimre jî şehîdî, buhişt li benda te ye” xapandine. Hatiye gotin ku; “Li cîhanê pere li benda te ye.” Camêr dinêre, hem dema bimire cihê xwe xweşe, hem jî cihê wî yê di vê cîhanê de başe. Ya din jî polîs pê re dibe alîkar, çek jî didiyê. Kesayetiyê berê ji rêzê, perê pakêtek cixare bidest nediket, dema alîkariya çekê û parastina polîs bibîne ma wê di cihê xwe de aweste? Ranaweste û dema jê re bê gotin; “Ji te re biçe bikuje” dê biçe û bikuje. Jixwe her roj, bi destê yên wisa hejmarek zêde welatparêz tên kuştin. Buyer ev e, Misilmantî jî di vê de bitemamî qilifeke. Dema borî li ser bingehê bîrdozî êrîş dikirin. Bandora şovenîzma civakî dem bi dem berê xwe da tundiyê. Me jî bi tundiyê ew bersivandin. Vê rê ji nîqaşên mezin re vekir. Dîsa jî, netewperestiya seretayî bi me re di nav têkoşînek bîrdozî de bû. Ev jî dem bi dem veguherî tundiyê. Wek di mînaka Rizgarvanên Netewa Kurdistanê de bûyî, me jî bi tundiyê ew bersivandin. Di van mezheb û tarîqatên sexte de jî têkoşîna me, ya rast demek dirêj bû di asta bîrdozî de dimeşiya. Lê belê niha van serî li çekê da. Wer diyare bi tundî bersivandin dê hêjî bidome. Divê mirov pir baş çawaniya kar li berçav bigire. Hizbûllahiya vê çekê bikar
tîne îca çiye? Hizbûllahî çiye? Dema em li vê rastiyê dinêrin, Hizbûllaha vê çekê bikartîne, ango ciwanê di nav xebatan de cih digire wateya peyva Hizbûllah çiye jî nizane. Ji ber ku peyvek Erebî ye. Ya wê kêliyê wî eleqeder dike perê girtiye, çek, îtîbara bidest xistiye, piştevanî û parastine. Lewra pêdivî bi ronîbûnek pir mezin jî heye. Xefkek mezin, lîstokek mezin danîne holê. Di nav de jî zarokên ji heft saliya xwe ve mêjiyê wan hatiye şuştin bicih kirine. Di asta herî jor de jî zilamên oldar ên di bin fermana MÎT’ê û pergala şerê taybet de hene. Ma yên di tevahiya dîrokê de rênîşanderê Siltanê Osmaniyan bûn ne oldar bûn? Niha jî rênîşanderên êrîşên KT’yê û oldarên wê hene. Mînak ew melleyên sexte Ednan çawa derxistin holê? Bi taybet zarokê dewlemenda tevizandi. Di demên dawî de li Kurdistanê hemû şêxên Neqşî yên xistine tevgerê perwerde kirine û li gorî xwe zana ne. Her tiştî dizanin, lê belê bi qasî xwe di oxirê de bidin kuştin bi berjewendiyê xwe ve girêdayîne. Di asta jêr de ciwanên hatine xapandin, li asta jor de jî qaşo oldar, reîsên tarîqatan hev girtine tevgerek wisa ya êrîşa bîrdozî, veguhertine tevgera êrîşên çekdarî. Dibe ku hêza wan sînordar be. Welê zêde bibandor jî nebin. Lê dîsa jî li pişta wan piştevaniyek wîsa ya dîrokî, bingehekî civakî û ya herî girîng jî Rêveberiya Herêmên Rewşa Awarte û şerê taybet bixwe heye. Tê gotin; “Bikuje ez ê te biparêzim.” Herweha heta niha ev li Sîlwanê, Êlihê û Amedê bi polîsan re mil di milê hev de dimeşin. Eşkereye ku rêveberiya şerê taybet van dikire û dema tên girtin garantiya “Dema tu hatî girtin ez ê te veşêrim” dide. Jixwe di nêvengek bêkariya mîna aşûtê de mezinbûyî de kesên dikarin bi pere bên kirîn, gelik kesên bi taybet hatine perwerdekirin hene. Rûreşên nû ku dixwazin birêxistin bikin, ango tevgera faşîst li ser vê bingehê ye. Tenê xwe di bin bikaranîna navê “Partiya xwedê” de û rêgezên gel jê bawer dike de veşartine. Ev di her demê de wisa bûye. Ev hêz navên herî xweşik li xwe dikin, teoriya herî baş a kar dikin, lê berevajî vê dikin. Her tim di bin navên herî baş de karê herî xirab hatine kirin. Ya ku ev dikin jî xapêneriyek wisa ye. Ti pêwendiya van hêzan bi Îslama rast re nîne. Ti pêwendiya Hizbûllah bi xwedê û Îslamiyetê re jî nîne. Ev peyv di devê van de mîna şewka masî, şewka xwarinê tên bikaranîn. Dibe ku ciwanên hinekî saf bi vê bixapînin. Wan qanih bikin û bêjin; “Em partiya xwedê ne, em li ser navê xwedê şer dikin.” Bi vî rengî bigihêjin asta; “Ger em bimrin em dê biçin buhiştê, birîndar bibin gazî ne, qet tiştek nebe jî jixwe jiyanek xweşik li benda me ye.” Lê ev xapîneriyek bîrdozî ye. Rewşa gel û dîroka wî bi xwe çiye? Bi rastî jî ev çi dixwazin me ev pirs pir zêde pirsîn. Lê belê ti bersiv nîne. Haya hineka jî ji nebaşiya wî heye û pir jî pê xemgîn dibin. Lê yên mirovkujiyê dikin jî berjewendiyê wan bi dewletê re hene. Berjewendiyê wan ê xwedê ne, îmana wan e. Li Kurdistanê derdorên li ser navê çepgiriyê jî tevdigerin di nav de, hemû tebeqeyên xayîn yên sedsala dawî, kesayetên xayîn û çanda xayîn a ku li ser teşe girtine, wek bingehê herî sereke yê xayîn, faşîst ê netewperestiya serdest hatine vesazkirin. Netewperestiya serdest dema bi artêşa xwe di eniya şer de şer dike, yekîneyên şerê taybet û cerdevaniya gund jî wek parçeyek vê lê kirine. Dîsa di nav partiyên pergalê yên mîna Partiya Rêya Rast, Partiya Sosyalîst a Gel, hîn gelik partiyên bi pergalê re bûne yek, pir zêde noker û xulamên rejîmê hene. Bi awayekî vekirî yekîneyên faşîst hene. Tîmên taybet dibin yekîneyên faşîst bixwe.
Yekîneyên taybet ên ji komandoyan pêk tên hene. Heta hêza çevîk heye. Ev hemû di eniyê de şer dikin, dibêjin; gelo wek bermahiya dawî Îslamê jî em nikarin bikar bînin, em dê nikaribin hestên olî yên gelê Kurd îstîsmar bikin, wek di dîrokê de bûyî em ê di roja me de jî nikaribin ji vê rêbazê sûd werbigirin, van pirsan arasteyî xwe dikin û lêhûrbûn dikin. Bersiva ji van pirsan re didin êrîşa Hizbûllahe. Bi qetilkirina welatparêzan, dixwazin serê gel tevlîhev bikin. Gelo di destê polîs de Hizbûllah şerekî desthilatiyê dimeşîne? Na, di destê desthilatiyê de pîyonekî ji rêzê yê şere, piyonê şerê dijberî şoreşê ye. Em ji van dipirsin: Ma hûn ê buhiştê di bin parastina polîsan de damezrînin? Wê; “Partiya Xwedê” bi xêra polîs, hem jî polîsên Kemalîst, alîkariya tîmên taybet û parastina wan armancê xwe pêk bîne, biçe buhiştê yan jî cîhanê veguherîne buhiştê? Polîs di xizmeta kîja rejîmê de ye? Eşkere ye ku, di bin xizmeta siyonîzmê de ye. Ev pir zêde xwe dijberî siyonîzmê diyar dikin, lê ji îslamiyeta rejîma heyî zêdetir temsîla siyonîzmê dikin. Serokkomarê Îsraîlê Herzog çi got? Got ku; “Hûn çi ji Kurdan dikin em dê erê bikin, em jî çi ji Ereb û Fîlîstiniyan bikin hûn ê erê bikin.” Belê, ma Herzog destûra êrîşek wisa neda êrîşên di derbarê Kurdan de? Ma bi femana Herzog ev êrîş ji aliyê Tirkiyê ve nayê meşandin? Yan jî hûn di binê fermana Tirkitiyê û polîste ne piyonê êrîşê ne? Li ser vî bingehî ma hûn ne xulamê emperyalîzmê ne? Pir eşkereye ku, Hizbûllahî herî kêm bi qasî Kemalîzma Tirk xulamê siyonîzmê ye. Ma haya we jê nîne tîmên taybet şerê taybet li ser navê Kemalîzmê dimeşîne? Ma tevî van jî milê we ne di milê wan de ye? Hûn dibêjin em dijberî Kemalîzmê ne, li dijberî bîrdoziya wan a fermî ne, lê di binê parastina wan de şer kirin, ma nayê wateye bûyîna xulamê wan? Ma we heta niha tenê difna Kemalîstekî jî xwîn kiriye? Wê demê yê rejîma Tirk, Kemalîzma Tirk jî xwedî dike siyonîzme. Lewra bi rêyên ne yekser be jî, hûn xulamê siyonîzmê ne.
Ti tiştek em bi Hizbûllahên jidilin re nedin û nestînin nîne, lê em naçarin bêjin ew ji baskê sêyem ve bi zanabûn piyonê siyonîzmê ne. Ti carî pêwendiya wan bi dij siyonîzmê, dij Kemalîzmê, dij emperyalîzmê re nîne. Dij emperyalîzma herî mezin, dij Kemalîzma herî mezin, tevgera PKK araste dike ye. Ev pir vekirî ye. Em her roj şer dikin, bi dehan şervanê me bi mêrxasî li ber xwe didin û şehîd dikevin. Di vê wateyê de ya Îslamê jî diparêze PKK ye, ya gelên Îslamê li beramberî dijminê wê jî diparêze PKK ye. Îro dijminê gelê îslamê diyarin. Ev emperyalîzmin, yên xulamê wê Kemalîstin, siyonîstin. Ya her roj li beramberî wan têkoşînek dijwar jî dimeşîne PKK ye. Şefên Hizbûllahî, gelo ti carî ketine nav şerekî bi vî rengî? Bila bên bêjin em ê şer bikin, em çekê xwe bidin wan. Me bangewazî li van kir; bila bên em bi hev re li dijberî Kemalîzmê, siyonîzmê, emperyalîzmê şer bikin. Ger çek û perê wan nîne em bidin wan.
Ger ev hene jî, em beşek çiyayan bidin wan. Li şûna êrîşî welatparêzên durist dikin û wan qetil dikin, hêzên faşîst hene, gelik emperyalîst û siyonîstên rexne dikin hene; bila êrîşî wan bikin. Madem dibêjin; “Em dijberî emperyalîzmê ne, bila hinekî durist bin. Lê ji van hemû pirs û bangewaziyên me re tenê dengek jî nîne. Dibêjin; “Kafirê herî mezin PKK ye, yekane xeterî PKK ye.” Çi têkiliya vê bi dij emperyalîzmê re heye? Tevî rastî ewqas di holê de ne, gelo wê rim di kîs de bi cih bibe? Ya rast pêwîst nake em ewqas tişta bibîr bînin. Me hinekî hewl da em rewşa kesên van zarokan araste dikin yan jî van karan çiye deynin holê. Ji ber ku dixwazin serê gel hinekî tevlîhev bikin, em bi armanca ronîkirina gel, dîsa di nav refê me bi xwe de yên vê netewperestiya Tirk derdixe holê avaniya sexte, heta dawî xeter bi armancê rast nirxandinê van diyar dikin. Ti guman tê de nîne ev êrîşa nû ya hêzê tarî, tevgera rûreşan dê bilez bên teşîr û tecrîdkirin. Hê ji niha ve di qadên herî jê bawerin de jî teqez tecrîd bûne. Gel êdî wan lînç dike. Piştî hewldanek diyar, bi taybet piştî zêdebûna têkoşîna gel, bawerim wê ev kunek xwe bixinê jî nebînin. Jixwe hîn ji niha ve piraniya wan di nav revê de ne. Rengê xwe, cil û bergên xwe diguherin û hewl didin xwe veşêrin. Dibe ku di dema pêş de vê fersendê jî nebînin. Em ji duristê van re van dibêjin: Dadpereweriya şoreşa Îslama we li zimanê xwe alandiye çiye, vê baş fêr bibin! Dîsa şoreşa Îranê çiye, misilmantiya durist çiye, van baş fêr bibin! Ev ne bi gotin, bi çalakiyê dibe. Hûn dê di gotin de van bêjin, lê ji polîsa çekê, bavên xwe yên axa pir zêde pere bigirin, qaşo hûn dê bi kafiran re jî têbikoşin! Xwe bi vî rengî nexapînin! Ev ji bo we mijûlbûnek pir xetere. Baş bihizirin, ti amûrê parastinê di destê we de nîne. Bi ti hêcetê hûn nikarin bi du peyvan jî xwe biparêzin. Ger hûn wisa berdewam bikin, hûn dê ji koma herî lanetkirî ya dîrokê bibîranînê rizgar nebin. Demêkê zûtir, bi taybet ên ku zêde têkilî berjewendiya nebûne divê bilez bikevin nav helwest û tevgerînên xwe bidin efûkirin. Bi taybet em bangewazî li yên dixwazin Îranê bikar bînin dikin: Hêjî hinek xisletên Îranê yên dij emperyalîzmê, dij siyonîzmê hene. Em ji Îranê re jî dibêjin; ger li ser vî bingehî hûn naxwazin berevajî xwe bikevin, ger heye rewşek we ya bi ser me de hatinê, bilez dawî li vê bînin! Baldar bin careke din nekevin nav van rewşan, hestyar bin! Ger hûn dixwazin li dijberî emperyalîzmê, siyonîzmê, Kemalîzmê têbikoşin, di bin ala PKK’ê bilind kirî de, di nav refên rizgariyê yên berz kirî de cihê xwe bigirin! Hûn wisa bikin encax bikarin hevgirtina xwe biselmînin. Dîsa, gelik ciwanên hatine xapandin hene. Em dizanin bi rêbazên pir cuda hatine xapandin. Bila ev jî çavê xwe vekin, bila bibînin birayên xwe, mirovên herî hêja qetil dikin û bilez destê xwe ji van bikişînin. Bila bizanin xwe dayîna efûkirinê encax bi tevgerê re yekbûn û ji wê efû xwestinê re dibe û bikevin nav helwesta rast. Pêwîste em rastiya li ser vê bingehê ji her alî ve vekin. Bi taybet em gelê xwe li ser vê bingehê ronî dikin. Pêwîste vê xeteriya derxistine pêşberî me rast binirxînin, teşîr û tecrîd bikin. Dema bi çekê bi ser de hatin, xedar bimeşe û wan bi erdê re bike yek. Ji bo gelê me yekane helwesta rast eve. Em dixwazin gelê me heta dawî bi vî helwestî ve girêdayî bimîne û bimeşe. Wekî din ji ber ku ev mirovên me bi dizî û bexîlî qetil dikin, çawa ku ew yek du ji piştê ve gulebaran dikin, di nav partiya me de jî yekeyên taybet ên segvaniyê bên avakirin, li cihê ev lê ne, serkêşê wan, beşê wan ê welatparêza qetil dikin pêwîste bipergal, rêxistinkirî tevgerek tundiyê arasteyî wan bê kirin. Di vê mijarê de ji erkên kêm re nêzîkatiyek rast raber bike, lêkolîn û lêgerîn bike, zanyarî kom bike, bişopîne di cih û şêwazê heq kirine de wan ceza bike. Ev yekane rêya li pêşiya me ye. Me zêde nedixwest em bi van re mijûl bibin. Bi taybet ji aliyê hikumeta Demîrel-Înonu heta dawî derî ji van re vekirî hiştin, meşandina gelik bûyerên kujerê wan ne diyar, êdî bi hemû hêza xwe dîtina me ya vê xeteriyê û rast nêzîkbûna me ferz dike. Di encam de; wateya vê avaniya di bin navê Hizbûllahê Îslamî de li ser tevgera me ya rizgariya netewî û şoreşa me ferz dikin ev e. PKK ji her demê zêdetir, girêdayî çanda dîrokî ya gelên Rojhilata Navîn, cewherê şoreşa Îslamê, aliyên wê yên dadperwerî, wekheviyê bibîr tîne, ji her tarîqat û mezhebî zêdetir girêdayî ye. Wê li beramberî emperyalîzmê, siyonîzmê û Kemalîzmê diparêze û di asta tevgera di vê de herî bibiryar de ye.
Xwedî xweşbîniyek kûr a olî ye. Ji olên cuda re demokratîk nêzîk dibe û nirxa herî mezin dide mezheb, aliyê wan ê herî êrênî. Bi taybet nirxek mezin dide rûmetên wê yên dîrokî ku ji pêşketina netewî û civakî re xizmet dikin. Ev bi qasî ji Îslamiyetê re, di derbarê mezhebên wê yên cor bi cor de jî wisa ye. Dîsa li beramberî hindikayî yên ji ol û mezhebên din jî wisa ye. Di vê wateyê de tevgera herî demokratîk û xweşbîne. Di dîroka gelê Rojhilata Navîn de ya pir bihêze û rastiya di bin navê civakî û netewî de gel li dijberî hev bikar ne anîn, berevajî vê enternasyonalîzma çi di Îslamiyetê de çi jî di Xirîstiyaniyê de, ango li berçav girtina wekheviya gelan xwedî girîngiyek mezine. Di biratiya olan de, di wateyek de nternasyonalîzm heye. Ger di roja me de ev erênî bênirxandin, bêy ku ber bi şovenîzm û faşîzmê ve biçe, dikare ji piştevaniya navbera gelan re xizmet bike. Em pir girîngiyê didin vê. Ango ew ol ji bo şovenîzmê, netewperestiyê bikar tînin, em dê berevajî ji bo biratî û wekheviyê bikar bînin. Li gorî wateya rast a ol ev e, ji hemûyan zêdetir bersiva herî rast ji çanda netewî ya di dîrokê gelên me de em didin. Tevî ku rastî wisa ne û di oxira vê rastiyê de şerê wê yê rast gelê me yê di pêşengatiya partiya me de ye dide, ew bi şêweyekî din nirxandin, tenê û tenê ji mêtingeriya Tirk a har, şêweyê wê yê kemalîst, siyonîzma li piştê û emperyalîzmê re xizmet dike. Ango ji bo wan, PKK rast nasnekirin, PKK ji bo xwe astengî dîtin û êrîşî ser kirin, ketina wê rewşa ew pir zêde dibêjin û derbasbûna refê dijmina ye. Di vê mijarê de aloziyên di seriyan û di nav refan de pêwîste bilez bên zelalkirin. Me ya diket ser milê me hem bi çalakî, hem jî bi helwestê xwe yê siyasî bi vî rengî zelal danî holê. Kesên hatine xapandin ango ber bi aloziyê ve hatine birin ên ku ji derdorên cor bi cor pêk tên divê refê xwe tenê ne bi gotin, bi çalakiyên xwe jî rast diyar bikin. Ger jê bawerin bi sadik girêdayî cewherê dadperwer û azadîxwaz ê Îslamê ne û em ji wan dixwazin vê biselmînin. Me ev hem bi gotin, hem jî bi çalakiyê ji hemû cîhanê re selmandiye û nîşan daye. Niha dor tê van. Heta vê nekin, li hemberî me şer bikin, em dixwazin diyar bikin em dê heta dawî bi ser wan de biçin û bi şêweyekî bêrehm wan biçewsînin. Em jê bawerin û heta dawî bi amadekarî ne ku, em dê li ser vê bingehê li beramberî faşîzma 12’ê Îlonê û hemû corê êrîşên ji aliyê dîroka Tirk a serdest, mêtinger û şoven ve hatiye pêşxistin derkevin. Li beramberî şêweyê van êrîşan em ê bersivên rêkûpêk û di cih de bidin. Dibe ku bi vê amûrê gelik welatparêzan qetil bikin. Lê hêrsa gelê me ya ku li beramberî vê zêde dibe hîn ji niha ve ev çek beravajî kiriye. Bikaranîna çeka ol, wê bi qasî di ti demê de nehatî dîtin berdêlek giran bi mêtingerî bide dayîn. Hîn ji niha ve gelê me di dîroka xwe de yên nekiriye, ango sextekariyên li ser navê ol hatine kirin cara yekem fersenda pêşwazîkirina vê bi dest xistiye û bi hêrsa vê radibe ser piya. Di vê mijarê de bi nirxandinên di cih de û rast ê partiyê ve girêdayî dimîne. Bi awayekî pir bihêrs bi ser vê de diçe û tişta di dîroka xwe de nekiriye niha pêk tîne. Ev di heman demê de ji bo gelê me jî wê bibe gava dawî û heta dawî serkeftî ya hesabpirsîna dîrokî. Em ji her demê zêdetir vê koma tarî ya li ser dîrok, netew û rastiya me ya civakî tê ferzkirin, van komên hoveber, yên faşîst baş bibînin, teşîr û tecrîd bikin, bi hemû hêza xwe bi ser wan de biçin û bi eciqînin.